Dîplomasiya HDP'ê ji bo Efrînê meclisa federal a Alman ziyaret kir

  • cîhan
  • 12:08 31 Çile 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeteke HDP'ê ya ji akademîsyen û parlamenteran pêk dihat, li meclîsa federal a Elman bi nûnerên partiyên siyasî re rûnişt û bal kişand ser rewşa Efrînê û xwest li dijî êrîşên li ser Efrînê bêdeng nemîne. 

Endamên Heyet HDP'ê bi nûnerên Partiya Çep, Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Partiya Keskan re rûniştin. Heyeta ku ji Endamê Heyeta Îmraliyê Hatîp Dîcle, parlamenterên HDP'ê Faysal Sariyildiz, Tûba Hezer, Nûrsel Aydogan, endama Desteya Rêveber a HDP'ê Fîlîz Koçalî, Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret, ji nûnerên HDP'ê yên li Elmanyayê Sînan Onal, akademîsyen Nazan Ustundag, Mûzaffer Kaya, rojnamevan Îsmaîl Eskîn û Hayko Bagdat pêk dihat, meclîsa federal a Almanya ziyaret kir. Heyeta HDP'ê bi komek ji parlamenterên sosyal demokrat a bi serokatiya Berdevkê Têkiliyên Derve yê SPD'ê Nîels Annen, bi rêveberên Partiya Keskan Claûdîa Roth û Cem Ozdemîr û Hevserokên Koma Partiya Çep Sahra Wagenknecht û Dîetmar Bartsch re hevdîtin kir. Heyeta HDP'ê ya bi serokatiya Sînan Onal û Leyla Îmret di hevdîtinan de ji meclîsa federal a Elman xwestin ku li dijî êrîşên li ser Efrînê bikeve nava liv û tevgerê.
 
SPD: HIKÛMETA TIRK AGAHIYA ÊRÎŞA EFRÎNÊ  NEDA ELMANYA 
 
Ji hevparên hikumeta Merkel berdevkê têkiliyên derve yê SPD'ê Nîels Annen got, "Hikumeta Tirk der barê Efrînê de agahî neda Elmanyayê." Annen diyar kir ku ew êrîşa dewleta Tirk xetere dibîne û anî ziman, di serî de wekîlên SPD'yî, partiya SPD'ê li ber vê êrîşê radibe. Di hevdîtinê de ku parlamenterên SPD'yî Cansel Kiziltepe û Frank Schwabe jî tevlî bûn, nûnerê SPD'ê Annen bi berdewamî got, "Em nizanin bê kîjan hêzên navneteweyî piştgiriyê didin êrîşa li ser Efrînê. Lê belê eşkere ye ku eger Rûsyayê destek nedabûya, Tirkiye nikarîbû biketa nava liv û tevgerê. Ev operasyona ku Tirkiye bi Îslamîstan dike, me dixe nava fikaran."
 
Heyeta HDP'ê ji SPD'ê xwest ku li dijî êrîşa li ser Efrînê helwestê nîşan bidin, lê belê bi gotina, "Di nava hikumeta federal de em ewqasî xurt nînin" berpirsyarî xist stuyê Partiya Demokratên Xiristiyan (CDU) a bi serokatiya Serokwezîr Merkel. Nûnerê SPD'ê Annen got, "Li dijî desthilatdariya Erdogan me par helwest nîşan da û firotina çekan sekinand."
 
PARTIYA ÇEP: ME HEMÛ RÊXISTINÊN XWE XISTIN NAVA LIV Û TEVGERÊ
 
Endamên heyetê piştre bi wekîlên Partiya Kesk Claûdîa Roth û Cem Ozdemîr re rûniştin. Nûnerên Partiya Keskan destnîşan kirin ku nasnameya HDP'ê rizgariya Tirkiyeyê ye û işaret bi girîngiya têkoşîna HDP'ê û hêzên demokrasiyê kirin. Ozdemîr û Roth di hevdîtinê de gotin, êrîşa li dijî Efrînê li dijî hiqûqa navneteweyî ye.
 
Hevserokên Partiya Çep Sahra Wagenknecht û Dîetmar Bartsch jî destnîşan kirin ku ji xwişk û biratiyê jî wêdetir ew bi HDP'ê re ne. Nûnerên Partiya Çep ragihandin ku raya giştî ya Elman li ber siyaseta şer a desthilatdariya Erdogan radibe û piştgiriyê didin berxwedana Efrînê. Nûneran gotin, "Me ji bo Efrînê hemû rêxistinên xwe xistin nava liv û tevgerê."
 
Heyeta HDP'ê herî dawî bi nûnerên Weqfa Polîtîka û Zanistiyê re rûnişt û li ser xwerêveberiya li Bakurê Sûriyeyê û berxwedana Efrînê agahî da.
 
Ji endamên heyetê siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle agahî da ANF'ê û got, "Hevdîtin erênî derbas bûn. Em pozîsyona partiyan hîn bûn. Bi taybetî me helwesta Partiya Keskan û Partiya Çep erênî dît."
 
Tê payin ku heyeta HDP'ê di rojên bê de bi nûnerên Partiya Demokratên Xiristiyan (CDU) a bi serokatiya Serokwezîr Merkel û Partiya Demokratên Azad (FDP) re hevdîtinê bike.