Polîsên Kolombiyayê di çalakiyên li dijî hikumetê de 21 kes kuştin

img
ENQERE - Polîsan di çalakiyên li dijî Serokkomarê Kolombiyayê Ivan Duque de 21 kes kuştin û destdirêjî 10 jinan kirin. 
 
Li Kolombiyayê di çalakiyên li dijî hikumetê de çalagker bi mirinê tên cezakirin. Li gorî agahiyên koma “Parastina Azadiya Roja Yekşemê” dan; dema çalakiyên li dijî Serokkomarê Kolombiyayê Ivan Duque de polîsan 21 kes kuştin e û 503 kes jî binçav kirin e. Polîsan di çalakiyan de destdirêjî 10 jinan kirin e û li 42 parêzvanên mafên mirovan dane. Di çalakiyan de 208 kes birîndar bûn e û guleyên gaza îstoê jî li çavên 18 kesan ketine. 
 
Di çalakiyan de kesê ku ewil polîsan ew kuştibû Marcelo Agredo yê 16 salî bû.
 
ÇI QEWIMÎ BÛ?
 
Li bajarên Barranquilla, Medellin û Bogotayê bi hezaran kes ji bo ku reforma bacê ya ku hikumetê pêşkêş kiribû red bikin daketin qadan. Serokkomar Duque, her çiqas aşkera bike jî ku pêşnûmeya ku bihakirina pêwistiyên bingehîn pêşniyaz dike, paşve kişandiye jî, xelkê Kolombiyayê ji bo ku tundî, bêbawerî û komkujiyên sîstematîk şermezar bikin kolan terk nekirin. Ji 28’ê nîsanê roja ku greva netewî dest pê kir û vir ve, di hemû çalakiyên hatin lidarxistin de polîs tundiyê li xelkê dikin.