Heşdî Şabî li Musilê operasyon da destpêkirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Heşdî Şabî li Başûrê Musilê li dijî DAIŞ'ê operasyona leşkerî dan destpêkirin.
 
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Heşdî Şabî ve hat dayîn; li Başûrê Musilê hêzên wan bi artêşa Iraqê re operasyonek hevpar dane destpêkirin. Tê gotin ku di destpêka operasyonê de gundên Telal Semen û Xuweytele hatine paqijkirin.
 
Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn, armanca operasyonê paqijkirina DAIŞ’ê ye û heya niha gelek kesên sûcdar hatine binçavkirin.
 
Her wiha hat gotin ku wesayîtek tije xurek û 6 guleyên hewanan yên DAIŞ’ê jî hatine desteserkirin. Herwiha tunelek ku tê de gelek cil û berg, jeneretorek û komek telefon jî hebûn, hat îmhakirin.