Li Afganistanê êrişa bombeyi: 30 kesan jiyana xwe ji dest da

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Li paytexta Afganistan Kabîlê bi wesayîteke bombe barkirî êriş pêk hat û di êrişî de herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest da û 70 kes jî birîndar bûn. 

Li herêma Logar a başûrê paytexta Afganistan Kabîlê bi wesayîteke bombe barkirî êriş pêk hat û di êrişî de herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest da û 70 kes jî birîndar bûn. Rayedarên Afganistanê, têkildarî ragihandin ku êriş nêzî şefitiya rêveberiya herêmî ya bajarê Pûl-e Alam û nexweşxaneyê pêk hatiye. Hê êriş kes û rêxistinan negirtiye ser xwe.