Di 48 saetan de 84 hewldanên întîharê: 12 kes mirin

  • cîhan
  • 13:33 18 Nîsan 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tahranê, di nava 48 saetan de, 84 bûyerên hewldana întîharê rû dan û ji van jî 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.
 
Li paytexta Îranê ya Tahranê, di nava 16 û 17’ê Nîsanê de, 84 bûyerên hewldana întîharê rû dan. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Jinê (NU JINHA) li Tahranê di nava 48 saetan de 84 bûyerên hewldana întîharê rû dan. Hat destnîşan kirin ku ji van 84 hewldanên întîharê, 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 15 kes dermakirina wan a li nexweşxaneyê dewam dike. 
 
Hat diyarkirin ku yek ji sedemên herî mezin ên întîharên li bajêr zêde bûne, bêkariye û ev tenê beşe hejmarêye ku serwîsî çapemeniyê hatiye kirin.