Serokwezîrê Îtalya ji bo Erdogan got: Dîktator

  • cîhan
  • 10:33 9 Nîsan 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Îtalya yê nerazîbûnên tund nîşanî serdana Seroka Komîsyona YE’yê ya Tirkiyê da û bi awayek eşkere Erdogan wek "dîktator" pênase kir. 

 
Rojên borî Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropa Ûlsûla von der Leyen û Serokê Komîsyona YE Charles Mîchel serdana Enqerê kiribû û bi Erdogan re civiya bû. Serdana ku YE ya têkildarî koçberan tawîz daye, bi dîplomasiyek cidî ya nêzîkatiyeke nabaş kete rojevê.
 
Di hevdîtina li gel Erdogan de ku Charles Mîchel li ser kursî da rûniştandin û dîsa Seroka Komîsyona YE’yê van der Leyn jî li ser lingan mabû, pişt re jî li pêşberî Wezîrê Karên Derve li ser qenepeyê da rûniştandin.
 
Ev helwest di gelek weşanan de rê li ber nerazîbûnên tund hat vekirin û weke "sofagate" ango "sosreta qenepê" hat vegotin.
 
Serokwezîrê Îtalya Marîo Draghî ê di konferansek a çapemeniyê de axivî, diyar kir ku heqaretk mezin li Seroka Komîsyona YE’yê hatiye kirin.
 
Draghî destnîşan kir ku Erdogan "dîktator e" û got: “Divê Seroka Komîsyona YE’yê navê rast li van bike, bi vê nêzîkatiya ku bi van dîktatoran re rû bi rû mayî, xemgîn bûm.”