Jiyan li Katalonyayê rewestiya

  • cîhan
  • 12:26 3 Cotmeh 2017
  • |
img

BARCELONA - Li Katalonyayê binpêkirinên mafan ên roja referandumê hatin jiyîn, bi greva giştî tê şermezarkirin. 

Li Îspanyayê piştî êrîşên polîsan ên di referanduma serbixwetiyî de, Katalonya îro dest bi greva giştî kir.  Grev li dijî “bêmafiyên giran û binpêkirina azadiyê yên di referandumê de hatin jiyîn” hat destpêkirin.  Di serî de Konfederasyona Karkerên Giştî (CGT), gelek sendîkayên karkaran û alîkarê serbixwetiyê piştgirî dan grevê. 
 
Sendîkya herî mezin a li Îspanyayê Yekîtiya Giştî ya Karkeran (UGT) û Federasyona Sendîkayên Karkerên Îspanyayê (CCOO) bang li endamên xwe kirin ku neçin kar.  
 
Greva giştî li gorî saetên herêmî 06.30 dest pêkir û rêyên Barcelona ji bo demekê ji trafîqê re hat girtin. Rêveberiya Xweser a Katalonyayê jî, diyar kir ku di navbera saetên 60.30-09.30 û 17.00-20.00 ji sedî 25 dê xizmeta hatin çûyînên giştî bikin. Hemû saziyên perwerdê yên Katalonyayê girtîn e û nexweşxane jî, tenê di rewşên lezgîn de, dê li nexweşan mêze bikin. 
 
Kulubeya futbolê ya Barcelonê jî beşdarî grevê bû. Werzîşa îro ya taximê îptal kir.