Rûsya: Me hêzên xwe ji Efrînê kişand

  • cîhan
  • 19:26 20 Çile 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Ewlehiyê ya Rûsyayê diyar kir ku wan leşkerên xwe ji Efrînê kişandine.
 
Piştî Tirkiyeyê êrîşa li dijî Efrînê da destpêkirin û gelek herêm bombe kirin, Wezarata Ewlehiyê ya Rûsyayê aşkera kir ku wan ji ber ewlehiyê hêzên xwe ji Efrînê kişandine herêmeke bi ewle. Li gorî nûçeya di Sputnîkê de cih girtiye, daxuyaniya ji hêla wezaretê ve hatiye dayîn de ev tişt hat gotin: "Navenda komîteya Rûsyayê ya li Sûriyeyê, piştî operasyona TSK'ê ya li dijî Efrînê leşkerên rûs vekişandiye cihekî bi ewle."
 
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Ji bo pêşî li provokasyonan bê girtin, ji bo tevdîrên tenduristiya leşkerên rûs bê girtin, pêşî li gefan bê girtin, leşkerên di Navenda Şopandina Agirbestê ya li Efrînê û polîsên leşkerî, birine Tel Rifê."