Otobusa rewiyan şewitî: 52 rêwî mirin

  • cîhan
  • 10:35 18 Çile 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li eyaleta Aktobe ya Kazakistanê otobusa rêwiyan şewitî. Di bûyerê de 52 rêwiyan jiyana xwe ji dest dan.

Li herêma Aktobe ku dikeve bakurê rojavayê Kazakistanê agir bi otobusa rêwiyan ket. Wezareta Karên Hundir ya Kazakistanê tekildarî bûyerê daxuyanî da û diyar kir ku ji 57 rewiyan 52 rêwiyên otobusê di şewatê de jiyana xwe ji dest dane.