Ji bo mirov biçe vê pêşangehê gere pirtûkan bi xwe re bibe

img

WAN - Vedat Atli ku li navçeya Rêya Armûşê li kafeyekê pêşangeha wêneyan vekiriye, ji dêvla bilêtan pirtûkan ji kesên tên pêşangehê distîne. Atli, paşê wê pirtûkên ku kom kiriye ji dibistana gundekî re bişîne. 

Vedat Atli ku li navçeya Rêya armûşê ya Wanê li kafeyekê pêşangeha wêneyan vekiriye, ji kesên tên pêşangehê ji dêvla bilêtan pirtûkan distîne. Wê Atli pirtûkên ku kom dike ji dibistana gundekî Colemêrgê re bişîne. Her wiha Atli wêneyên xwe jî bi pirtûkan dide. Pêşangeha Atli di 8'ê Adarê de vebûye û wê di 17'ê Adarê de bi dawî bibe. 
 
Atli, diyar kir ku di 3 rojan de bi sedan pirtûk berhev kiriye û got, bi vî hawî dixwaze pirtûkan daxilî nav jiyana zarokan bike. Atli, anî ziman ku pismamekî wî mamosteyê dibistana gundekî û got: "Li wir ji bo xwendinê pirtûk tunene. Ji bo vê bi derdora xwe şêwirîm. Min jî xwest pêşangeheke wêneyan li dar bixim û pê li wî gundî pirtûkxaneyekê ava bikim. Loma min xwest bi wêneyên ku min girtibûn pêşangehekê li dar bixim." 
 
Atli, ji kesên dixwazin li pêşangeha wî bigerin ji dêvla bilêtê pirtûkan distîne û her wiha kesên dixwazin wêneyên wî bistînin jî bi pereyan nafiroşe, bi pirtûkan difiroşe. Atli, got: "Mesela min ji bo wêneyekî 100 pirtûk û ji bo wêneyekî din jî 150 pirtûk xwestin. Kî tê pêşangehê pirtûkekê ji wan distînim. Her diçe hejmara pirtûkan zêde dibe. Hin hevalên li derveyî welat telefon kirin. Xwestin di warê aborî de alîkariyê bikin. Lê min ji wan re got, ji dêvla pereyan li ser înternetê pirtûkan bikirin û bişînin. Armanca me, em pirtûkxaneyekê ava bikin. Ev xebat ji bo zarokan bû hêvî." 
 
JI BO WÊNEYÊ BERFÎNÊ 300 PIRTÛK 
 
Atli, anî ziman ku li pêşangeha wî wêneyekî bizinê hebûye û xwediyê bizinê hatiye bi 50 pirtûkê wêne girtiye. Her wiha Atli, destnîşan kir ku wêneyê kulîlka Berfînê ku li Çiyayê Erekê kişandibû jî bi 300 pirtûkî daye. 
 
MA / Bariş Donmez - Mesût Bagci