Hejmara 13’an a Dilopê bi dosyeya ‘Cegerxwîn’ derket

img

AMED – Hejmara 13’yemîn a Kovara Dilopê bi dosyeya “Cigerxwîn: Kî me ez?” derket û her wekî din li ser mijarên din ên girîng rawestiyeye. 

Kovara Dilopê bi hejmara xwe ya 13’yemîn derket û li ber deste xwîneran e. Kovara ku di Newrozê de sala xwe ya 2’yemîn temam dike û dikeve sala xwe ya 3’yemîn bi dosyeya “Cigerxwîn: Kî me ez?” derçû.
 
DOSYE QALA CEGERXWÎN DIKE 
 
Dosye ji nîqaşên Lal Laleş, Şener Ozmen û Vecdî Erbay û ji nivîsa Îsmaîl Dîndar pêk tê. Bi van nîqaşan û vê nivîsê kesayetiya helbestvanê kurd Cegerxwîn, sekna wî ya rewşenbîrî û poetîkaya helbesta wî li ber çavan tê raxistin. Navê dosyeyê ji helbesta Cigerxwîn a bi heman navî hatiye diyarkirin. Piştî hewqas salan hê jî pirseke muhîm e bo kurdan pirsa Cigerxwîn. Dilop jî bi rêya Cigerxwîn dîsa bibîr tîne; “kî me ez, kî ne em?”
 
DÎROKA NEWROZÊ 
 
Di vê hejmarê de Recep Maraşli û Mesût Alp qala tarîxa Newrozê dikin. Roportaja ligel helbestvanê kurd Eskerê Boyik tespîtên girîng dihundirîne. Eskerê Boyik ê yek ji kurdên Sovyetê ye dibêje “Bi hilweşîna Sovyetê re biratiya gelan jî hilweşiya.”
 
QALA ERMENAN DIKE 
 
Dîsa roportaja ligel Mûrat Ûçanerê lêkolîner û nivîskar jî rewşa ermenên Entabê, qetilkirina wan û desteserkirina mal û milkên wan bi berfirehî vedibêje. Di salvegera 24’ê Nîsanê de tespîtên muhîm di vê hevpeyvînê de jî hene.
 
HESKÎF BÛYE MIJARA KOVARÊ
 
Mehmet Bayrak ê nivîskar-dîronkas ketiye pey şopa heqîqeta kurdan di warê arkeoloji, folklor û etnografyayê de. Sezaî Sarioglû û Sertaç Kayar jî dîroka Xarpêt û Heskîfê vedibêjin. 
 
Ligel van Evîn Şikakî, Amed Tîgrîs, Ayhan Erkmen, Bulent Gedîk, Omer Uluçay û Miradê Miradan bi nivîsên xwe yên kurdî; Barış Avşar, Mehmet Ozyazanlar û Alî Sînemîllî bi nivîsên xwe yên tirkî di vê hejmarê dewlemendtir dikin. 
 
Şairên hejmara nû Cemal Sureya, Qedrî Sipranî, Veysî Ulgen û Mehsûn Reşçelan in.