'Ji bo xwedî derketina kurdî divê pirtûkên kurdî bên xwendin

img
STENBOL - Weşanxaneyên kurdî ku tevlî 38'emîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê bûne û eleqeyek kêm ji bo pirtûkên wan heye, diyar kirin ku ji bo xwedî derketina li kurdî divê pirtûkên kurdî bên xwendin. 
 
38'emîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê ku di 2'ê Mijdarê de li Navenda Kongre û Fûara TUYAP'ê ya li Kuçukçekmeceyê dest pê kir, li benda pirtûkhezan e. Fûara ku mijara wê ya sereke "Di wêjeya me de nifşa 50'yî" ye, nivîskarên wê yê rûmetê Adnan Ozyalçiner e. Fûara ku rojane 40 hezar pirtûkhez serdana wê dike, ji welat û derveyî welat, stantên di seriya 800 weşanxaneyên ku bi zimanên cûda weşanê dikin, lê cih digirin. Weşanxaneyên kurdî yên mîna Aram, Hîva, Lîs, Rûpel, J&J û Nûbihar jî tevlî fûarê bûne. 
 
'HÊ JÎ PÊŞDARÊZÊN TÊKİLDARÎ KURDÎ HENE'
 
Nûnerên weşanxaneyan ku li benda xwînerên kurdî ne, ji ber eleqeya kêm a ji bo pirtûkên xwe bi gazinc in û sedema vê yekê jî bi şertên siyasî û aborî ve girê didin. Weşanxaneyên ku li stantên xwe pirtûkên kurdî pêşkêş dikin, pirî caran bi pêşdaraza têkildarî kurdî re rû bi rû dimînin. Ji Weşanxaneya Hîva ku ji bo zarokan çîrokên kurdî çap dike Şiwan Zeren, mînakeke bi vî rengî parve kir û ev tişt got: "Xwînerên tirk dema ku radikin pirtûkên kurdî, ji wan tirê qê ku pirtûkên bi îngilîzî û fransî ne. Bi awayekî bêagahî ji bo kurdî pênaseya zimanê berhevkirî dikin. Profesorek hat stanta me û got ku kurdî ne ziman e, ji farisî û tirkî hatiye berhevkirin." Zeren destnîşan kir ku kesên tên fûarê, bi fikar pirsan dikin û wiha got: "Geşedanên siyasî li ser mirovan bandoreke neyî kiriye û mirovan xistiye nav tengezariyê. Rewşeke ku mirov nikarin xwe bînin ziman û fikarên wan hene. Dema kesekî ku pirtûkeke kurdî digire destê xwe dikeve nav derûniya sûc kirinê."
 
'DI KRÎZ Û ALOZIYÊ DE DIBE KU PÊŞANIYÊN MIROVAN CÛDA BIN'
 
Xebatkarê Weşanxaya Lîsê Nîhat Gultekîn, diyar kir ku ji ber polîtîkayên rojane yên li welat fûar ji bo wan baş derbas nabe û ev tişt anî ziman: "Ji bo xwendina pirtûkên divê ku rewşeke baş hebe. Li welatekî ku krîz û alozî hebe dibe ku pêşaniyên mirovan cûda bin. Mirov dibîne ku pirtûkhez reşbîn in. Ev jî bi awayekî neyînî bandorê li me dike. Di encamê de çi dibe bila bibe, pirtûk teşe didin jiyana mirov. Divê teqez xwînerên kurd bin fûarê û me bi tenê nehêlin. Divê ku hêvî zindî be." Ji Weşanxaneya J&J'ê Suleyman Fîda anî ziman ku ji ber krîza aborî eleqeya ji bo fûarê kêm e û geşedanên siyasî jî bandora xwe li vê yekê dikin. 
 
'JI BO KU EM HEBÛNA XWE LI VIR NÎŞAN BIDIN TÊN'
 
Koordînatorê Weşanxaneya Rûpelê Şenay Kûmûz da zanîn ku bi qebûlnekirina zimanê perwerdeyê ya zimanê kurdî re rewşên demkî yên polîtîk jî bandorê li eleqeya ji bo pirtûkên kurdî dikin. Nûnerê Weşanxaneya Nûbiharê Omer Farûk Fayad jî destnîşan kir ku li gorî fûara Amedê eleqeqeya ji bo kurdî li Stenbolê kêm e û ev tişt anî ziman: "Em ji bo hebûna xwe ya li vir nîşan bidin hatin. Kêm kes pirtûkên kurdî digirin. Em nikarin bibêjin ku gunehe wan heye. Lewre perwerdeya bi kurdî tuneye. 20 sal perwerde dibînin rojeke van salan jî ne bi kurdî ye. Ev jî pirsgirêkeke mezin e. Ji bo xwedî li kurdî bê derketin divê ku pirtûkên kurdî bên xwendin.