'Dema ku dilê min biêşe kilamekê dinivîsim’

img

WAN – Dengbêj Meryem Tuncer ku jiyana koçberî ya tije êş û azar bi kilaman tîne ziman. Tuncer ,anî ziman ku dema bûyerek êşbar, mirinek an jî bûyereke civakî çêbibe kilamekê dinivîse û wiha got: "Arşîva min di kûrahiya dile min de veşarî ye. Ez dengbêj nînim, ez derdbêj im.” 

Dengbêj Meryem Tuncer (41) ku li Taxa Firatê ya navçeya Artemêtan a Wanê dijî, jiyana xwe ya koçberî, êş û azarên ku bûye şahidên wan bi kilaman vedibêje. Tuncer li gundeki Şirnexê hatiye dinê, paşê koçberî Cizîr, Edene û herî dawî jî Wanê bûye. Dema Tuncer biçûk bûye dê û bavê wê jiyana xwe ji dest dane. Tuncer wan salên xwe yên li sirgûnê û hesreta xwe ya ji bo gundê xwe bi van gotinan vedibêje: “Ez dengbêj nînim, ez derdbêj im.” Tuncer anî ziman dema ew li Eyşe Şan, Meryem Xanê difikire li hemberî zor û zehmetiyan ew xwe radigire. 
 
'HESRETA DI DIL DE VEGUHERÎ KILAMÊ’ 
 
Dema Tuncer 14 salî ye, wê bi pismamê wê re dizewicînin. Tuncer diyar kir ku wê li ser xwişka xwe Sultan ku li nav refên PKK’ê jiyana xwe ji dest daye û nizane gora wê jî li kuderê ye, li ser bavê xwe û dayika wê ku dem ali Edeneyê bûn hat girtin gelek kilam çê kirine û wiha got: “Min hesreta di dilê xwe de tim bi kilaman veguherand hunerê.” 
 
‘MIN LI EYŞEŞANÊ GUHDARÎ DIKIR’ 
 
Tuncer anî ziman ku hîn ew zarok bû meraqa wê ji bo dengbêjiyê hebû . Tuncer got ku ji bo ew guhdariya dengbêjê bi navê Salih bike bêyî guh bide berf û baranê ew bi saetan dimeşiya û wiha domand: “Wê demê ne înternet, ne televîzyon û ne jî radyo hebûn. Her tişt bi xeberoşk, kilam û dengbêjiyê dibû huner. Tenê teybek me hebû û min jî guh didan kilamên Eyşe Şanê. Dema bavê min dixwest ez bigirim, min  jî teyb dibir mala apê xwe û li wir guhdarî dikir. Berê dema keçek stran bigotanan şerm bû, heta guneh bû.” 
 
'NE ÊŞÊN MIN Û NE JÎ ŞER QEDIYA’ 
 
Tuncer diyar kir ku hîn ew çêne bûbû nasîna wê û zilmê bi hev re çê bûye û wiha domand: “Dema ez di nava diya xwe de 8 mehî bûm, leşker davêjin ser gund û îşkenceyê li herê kesî dikin. Ji ber îşkenceyê diya min min 8 mehî tîne dinyayê. Ji roj ku ez çê bûme heta niha ne êşên min qediyan û ne jî şer. Paşê bavê min mir û apên min hîn 14 salî bûm min bi kurê apên min re zewicandin. Pir biçûk bûm û min digot qey ji bo lîstikê ez çûme wê malê.” 
 
KOÇBERÎ
 
Tuncer axaftina xwe wiha domand: “Paşê di sala 1988’an de bi operasyonên ewil gundê me hat valakirin. Ji neçarî me koçî Cizîrê kir. Wê sala ku Seddam Hisên kimyasal avêtibû Helebçeyê. Em û malabateke ku tevî zarokên xwe ji wê komkujiyê filitîbûn, me koçî Edeneyê kir. Tevî malbatekê tam 5 salan em di înşaateke ku hundurê wê nehatibû çêkirin de man. Mezina malê ez bûm. Ji ber vê carinan barê diket sere milên min b imin giran dihat. Min her 5 zarokên xwe jî di wê înşeata ziwa de anîn dinyayê. Dema me ji gund koç kir, hemû xizm her kes bi cihekî ve belab bûn. Hin ji wan çûn Iraqê hin ji wan çûn Stenbolê. Paşê xwişk û birayên hevjînê min em vexwandin Wanê û me jî ji Edeneyê bere xwe da Wanê. 
 
Tuncer anî ziman ku dema ew li Wanê bi cih bûne, ew û hevjînê xwe li çewligeke heywanan xebitîne û wiha domand: “Di sala 2007’an  hevjînê min jiyana xwe ji dest da. Dema hevjînê min mir jiyana min vegeriya serî. Mecbûr mam ku bi tena serê xwe li her 5 zarokan binerim û her bihar min li çiyayan siyabo, kereng, mend û hwd. berhev dikirin û difirot. Tam 7 salan min li çiyayan giha berhev kirin û bi wan min debara zarokên xwe dikir. Kurê min ê mezin bi beramberiya 5 nan li firinekê dest bi kar kir. Carinan ew nan têrî me nedikir, min pereye nane ku pêdiviya me pê hebû berhev dikir. Pitî mirina hevjînê min, li Edeneyê diya min hat girtin. Bi salan hem min li zarokên xwe dinihêrî hem jî ji bo serdana diya xwe diçûm Edeneyê. Dem adi girtîgehê de bû jî ji min re digot dev ji vê dozê bernede. Ez jî tim liv ê difikirim û min di nav têkoşîna jinên kurd de cih girt.” 
 
'GÛLA BAVFILEH ÇÎROKA JINA’
 
Tuncer behsa hin kilamên xwe kir. Kilama “Gula Bavfileh” li ser jina ciwan a bi navê Gulê ku xirîstiyan e hatiye nivîsandin. Axayê bi navê Mûsa çav berdaye Gulê. Ji xwe 3 hevjînên axa hene û bi ser de Gulêya bedew jî dixwaze. Her cara ku Gulê ji bêriyê vedigere, axa pêşiya wê digire û ji bo pê re bizewize bi ser wê de diçe. Lê bele Gulê qethiyen qebûl nake. Rojekê Mûsa axa ji Gulê re dibêje ya dê bibe misilman û pê re bizewice an jî ew ê serê wê jê bike û diranên wê bi kelbetan bikişîne. Li ser vê gulê jî dibêj; ‘tu stiyê min jê jî bikî û diranên min bi kelbeten jî bikişînî ez ê dîsa jî derbasî dînê te nebim.’” 
 
Tuncer diyar kir ku bi salan e ew distrê, lê bele wek jinekê ew ji sala 2010’an ve din av civakê de distrê û wiha got: “Konê aştiyê hatibû vedan. Jinên li kêleka min zaf israr kirin. Wê çaxê diya min hîn di girtîgehê de bû. Min strana ‘Ax lê dayê’ çê kiribû. Min cara ewil ew stran li wir got. Dengê min bala gelek kesî kişand. Paşê bûm endamê Komeleya Dengbêjin Jin. Paşê hêdî hêdî min dengbêjî bi malabat û derdora xwe da qebûlkirin.” 
 
'ARŞÎVA MIN DILÊ MIN E’ 
 
Tuncer anî ziman ku çanda kurdî okyanûseke bê binî ye. Tuncer dest nîşan kir ku divê her kes xwedî li van nirxan derkeve û wiha got: “Dema bûyerek êşbar, mirinek an jî bûyereke civakî çêbibe kilamekê dinivîsim. Gotinên hemû kilamên ez dibêjim û dinivîsim di bîra min de ne. Arşîva min di kûrahiya dile min de veşarî ye.” 
 
MA / Nimet Olmez