Wênesaz Bîlge: Ev civak nikare wênesazan hilgire û xwedî bike

img

AMED - Wênesaz û nivîskar Fewzî Bîlge diyar kir ku gelek xebatên wî yên şêwekarî û edebiyatê berhev bûne û ew li benda wê rojê ye wêneyan derxe pêşberî temaşevanan û pirtûkhez jî pirtûkên wî bixwînin. Bîlge got ew xwe bi civaka xwe xwedî dike û bi wêne û edebiyatê re dilê xwe rehet dike û her tim bi kurmancîbûna xwe aş e. Bîlge got ev civak nikare wênesazan hilgire û xwedî bike.   

Li Bakurê Kurdistanê gava mirov wênasaziya kurdan bifikire, bi xêzên xwe yên kurdewar û polîtîk, pêşî Fewzî Bîlge wê bê bîra mirov. Fewzî Bîlge li gel wênesaziyê di wêjeya kurdî de jî kesekî berhemdêr e. Heta niha gelek helbest, roman û çîrokên wî hatine weşandin. Her wiha yek ji avakarên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ye.  
 
Bîlge bi qasî 5-6 salan e li Amedê dijî û her çiqas heta niha pêşengehek wêneyan venekiribe û pirtûk çap nekiribe jî, bênavber li serê dixebite û gelek berhemên wî yên wek wêne ku li benda pêşengehê ne, hene. Romanek jî ku qala qewimandinên di salên dawî yên li navçeya Sûrê ya Amedê de dike, li ber destê wî ye. Bîlge der barê xebatên xwe de ji ajansa me Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
Ji ber xerabûna rewşa siyasî ew çend salên dawiyê aktîvîte û afirandina hunerî kêm bûne an jî niharin xwe bigihînin xelkê. Cenabê te vê rewşa hanê çawa şîrove dike? 
 
Ev 4-5 salên dawîyê rewşa civakê diyar e. Em dibînin û bi hev re dijîn. Ji ber vê yekê mesela wêne her çiqas hîn di bin siyê de xûya bibe jî ya rast ez wêneyan pir çêdikim. Gelek berhemên min hene ku heta niha min dernexistine pêşengehan. Heke siberojê rewş biguhere ez pir bi hêsanî dikarim wan berhemên xwe yên wêneyan di pêşengehan de bidim nîşandan. Bela ku rewş wisa ye, bo ku demê winda nekim ev çend salên dawî ye ez bi edebiyatê re mijûl dibim. Berê jî ez pê re mijûl dibûm lê niha wek ku ji ber van sedeman pirtir edebiyat derketiye pêş. Lê mirov dikare bêje her dem ez şêwekarî û edebiyatê bi hev re dibim.
 
LI BENDA WÊ ROJÊ ME KU DEŞÎFRE BIKIM
 
Rojek ku ez nexebitim tune ye. Her tim ez bi sîstematîk dixebitim. Lê şert û merc dike ku ez niha, nikarim xebatên xwe deşîfre bikim. Ez îro di vê demorîlazsyonê de dikim û nakim rê nabînim. Ji ber tiştên çend salên dawî qewimîne ez aciz kirime. Lê nayê wê maneyê ku min dev jê berdaye. Ez dixebitim lê li benda wê rojê me ku deşîfre bikim. Tabî di hêla wênesaziyê de. Wêne gelek berhev bûne. Ez dikarim viya rehetî bibêjim, ji berê bêtir dixebitim. Li gorî min berhemên baştir jî komî ser hev bûne. Min van berheman ne ji bo veşartinê çêkirine. Lê li benda zemanekî me ku were ez ê van berhaman pêşkêşî civakê bikim. 
 
DU SÊ QATÊ BERÊ DIXEBITIM
 
Ev çar pênc sal in, min pêşangeh venekirine. Vê yekê jî kir ku ez xwe bêtir bidim edebiyatê. Di vê navberê de gelek berhemên min edebî gelek civiyan ser hevdû. Herî hindik 4 berhemên min li ber weşandinê ne, lê ez zemîn bibînim ez ê bidim weşandin. Bila xwîner û temaşevan bizanibin ez rûneniştime du sê qatê berê dixebitim. 
 
Di hunerê xwe de tu ji çi feyz û îlhama xwe distînî? 
 
Sûd yanî îlhama min ji tîrbûnê tê. Çavdêrî, xwendin û ramanên min gişt ji min re dibin amûr û dizivirin dibin berhem. Ji destpêka jiyana xwe ve ez bi kurmancîbûna xwe re aş im. Ez tu demê bi kurmancîbûna xwe re nexeyîdî me. Dîroka vê civakê ji roja destpêkê û heta îro çi afirandiye ji bo min cihê hezkirinê ye. Ji ber vê sedemê ez xwe bi civaka xwe xwedî dikim. Çi erênî an jî neerênî diqewime bandora xwe li ser min dike. Ev yek min neçar dike bikim berhem. Heke şer be şer diteyîse berhemên min. Heke tiştek xweştirîn û pêşketinên baştir bin coşa xwe li ser berheman dike. 
 
HEWLEK MIN A BI WÎ AWAYÎ HEYE
 
Mesela ez wek mînak bidim romanivîsê bi nav û deng Marcel Proust 7 cîlt nivîsandiye lê dema tu wan berhemên wî dixwînî ji bilî rastiya civakê ya wê demê, tu muzîkê, wêne, peyker û hemû beşên hunerê mirov têde dibîne. Beşên hunerê pir xweşik di berhemên xwe de mehandiye. Yanî heta 7 cîld neqede tu nikarî dev jê berdî. Nexwê Proust xwe bi hemû beşên hunerê xwedî kiriye û hewl daye edebiyata wî bigîhîje lûtkeyê. Lê yê min jî ez nabêjim wisa me, hewlek min a bi wî awayî heye. Dawiya dawî di hundirê min de ev yek heye. Yanî ez bi wêne û edebiyatê dilê xwe rehet dikim. 
 
Wênesaziya kurdî kengî li ser erdnîgariya hûn lê dijîn geş bû û bi pêş ket?
 
Ez viya li her derê dibêjim piştî salên 1990’î tevgera siyasî geş bû gelek hunermendên ku nikaribûn serê xwe ji hundir derxistina û bigotina “Ez kurd im” derketin meydanan û gotin “Em kurd in. Em wênesaz, şanoger, sînemagerên kurd in.” Ev tê çi wateyê pişt ji xwe re dîtin. Hêvî û piştekek xurt ji wan re çêbû û bi wêrek tevgeriyan. Jixwe pêşketina wênesaziya kurdî ya li Bakur û Tirkiyeyê piştî wê demê dest pê dike. Beriya wê serdemê mirov nikare bêje wênesazek kurd ku li Bakur tevgeriyaye û pêşengehek vekiriye heye. Ev pêşketinên hemû beşên hunerê piştî qonaxa vebûna Navenda Çanda Mezopotamya pêk hatin. Geşedanên siyasî wê demê çawa ku bandora xwe li ser civaka kurd dikir, di heman demê de bandorek erênî li ser hunermend jî dikir.
 
Qedrgirtin û qîmetdana kurdan li gel wênasaziyê çawa ye? Erênî û neerênî ew yek li ser wênasazên kurd tesîrek çawa çêdike? 
 
Li ser vê erdnîgariyê meseleya wênesaziyê gellek zehmet e. Tu ne evîndarê wêne bî, tu nikarî vî karî bi îstîkrarî bidomînî. Divê tu bi dil û can vî karî bikî. Ev civak nikare wênesazan hilgire û xwedî bike. Çima nikare, ji ber ku problemên siyasî pir giran in. Gelek caran huner û hunermend di bin siya meseleyên siyasî de dimînin. Tenê krîza siyasî di heman demê de krîzên civakî û aborî jî bandorê li ser huner û hunermendan dike. Ev yek dike ku çalakiyên me yên hunerî kêm xuya bibin. Lê aliyên din jî bela ku galerî tune ne, muze tune ne, rexnegirê hunerî tune û gelek tiştên şêwekariyê xurt bikin tune û girseyek ku em bêjin wênesazan bişopîne tune ye, wênesaziya kurd emirqût dibe. Yanî dikarim bêjim ku potansiyela hunermendan a li nav civaka Kurd li tu devera din tune ye, lê nagihîje encamek em dixwazin. Yanî li gorî min divê hunermendiya şêwekariyê heta mirinê berdewam bike. 
 
Piştî qeyûm tayînî şaredariyên DBP'ê hatin kirin, bi destên qeyûman peyker xera kirin û navên gelek deveran guherandin. Her wiha bi vê yekê re girêdayî di serdema OHAL'ê de gelek sazî û dezgehên çanda kurd birêve dibirin hatin girtin, hûn vê yekê çawa dinirxînin? 
 
Girtina sazî û dezgehên gelê kurd cihê dilêşiyê ye. Ew tu carî naxwazin nirxên vê civakê çêbibin. Naxwazin navên kesayet û nirxên Kurd li ser saziyan bin. Ji bo çênebin jî her tiştî dikin. Ji roja roj de her neheqiyê li ser nirxên kurd kirine. Yên ku dikaribin zimanekî qedexe bikin dê hemû sazî û dezgehên ku xizmeta zimanê wê civakê û çanda wan dike qedexe bike û bigire. Dawiya dawî jî girtin. Di vê pêvajoya çend salan de tiştek nema ku neanîn serê nirxên kurd û kesayetên kurd. Beriya her tiştî viya dide nîşandan ku ew dijminatiya çand û zimanê kurdan dikin. Heke ku kokên çanda civakekî bibirin û ziman bi wan bidin terikandin, tu di hêla siyasî de bifirî erşê ezmanan jî êdî mirov nikare tiştekî bi dest bixe. Lê heger civakek xwedî li ziman û çanda xwe derkeve û winda neke, çi dibe bila bibe dê bi awayekî bigîhîje mafê û bi dest bixe. Dixwazin bi hilweşandinan peyker û girtina saziyan nirxên civakê bişkênin. Êrîşek Mogolî li ser nirxên kurdan pêk hat. Di binê vê yekê de çi radizê, tunekirina civakê ye. 
 
Tu him li ser edebiyat û him jî li ser wêneyê dixebitî. Li gel te di navbera xêz û herfan têkiliyek çawa heye? Tu çawa di nav xwe de biryara gelo ez binivisîm an xêz bikim, didî?
 
Ez nabêjim bila her kes bi her beşê re bilebite. Lê kesek dikare beşek du beş bi hev re bibe. Di dîrokê de jî mînakê ve yekê gelek hene. Kesên 7-8 beşan dilebikîne û bi ser ketine hene. Mesele ev e. Ez di vir de jî qala dilbijokiyê nakim. A girîng ew e mirov di karê xwe de bi ser bikeve. Ev beşên hunerê hunermend xûrt û xwedî dikin. Hunermend di kîjan beşê de bixebite diteyîse wê beşê. Ez mînak bidim heke tu wêne çêbikî wêje jî lê diteyîse. Heke ew edebiyat binivîsîne bi awayekî dikare wêne, sînema û muzîkê xûrt bike. Hemû beşên hunerê gişt bi hev re, hev xwedî dikin. Hin kes vê yekê wek rexne ji min re tînin lê ez wan rexneyan di cih de nabînim. Ji ber ku di mînaka cîhanê de gelek hunermendên bi vî awayî xebitîne û bandor li ser civakê kirine, hene. Ê min jî ez li ser şêwekarî û edebiyatê dilebikim. Dema ez çîrokekê binivîsim şêwekariya min jî bi min re tê. Dema ez wêne jî çêdikim edebiyat jî xwe li min dide der. Ev yek jî wêneyên min xwedî dike. Min tu xesar jî jê nedîtiye û kara wê li min dibe. Êdî ecibandina berhem çi dibe bila bibe ji temaşevan û xwîneran re dimîne.
 
Ew bû çend salên te tu bi şêwekarî û edebiyatê re mûjil î, ma tu ji wan têr nabî? 
 
Min li Qoserê heta lîse qedand jî ne wênesazek, wêneyek, galariyek, pêşengehek, muzeyek û nêzî wêne min nedîtiye. Lê her tim di dilê min de hebe. Min li ber Çemê Zerganê li ser heriyê wêneyan çêdikir û bi axê peyker çêdikir. Min her tim li ser dîwaran wêne xêz dikir. Her ku min dem bidîtana komir, pênûs û boyax ji destê min kêm nedibû. Her tim min xêz dikir. Yanî ev rûhê şêwekariyê ji zarokaniyê ve tê. Ez dikim û nakim ji temamê beşên hunerê û edebiyatê têr nabim. 
 
Di terz û şêwazê xebatên Fewzî Bîlge de çi wêne çi edebiyat di nav ewqas salan de guherîn û veguherînek çawa çêbû? 
 
Ez wek proje dixebitim. Di demên dawî de mijarekê di serê xwe de tespît dikim, êdî wana xelek xelek wek sînema ku yek yeka din temam dikim. Ez dixwazim bi wêneyan mijarê di serê temaşevanan de zelal bikim. Bi çav, dil, hest û aqilê xwe tiştên ez tespît dikim û berheman pêşkêşî temaşevanan dikim. Berê min bi vî awayî nedikir. Berê min li gorî konsepta mijarekê pêşengek xwerî ji mijarekê li dar dixist. Hem di warê wêneyan û hem jî di warê mijarên edebiyatê de jî hemû beş hev temam dikin. Niha ne wisa ye, niha ez mijarê datînim holê û xelek bi xelek wek sînema çêdikim. Ez difikirim van berheman di paşerojê de bi vî şiklî bikim pêşangeh.
Yanî mînak du mijarên dawî min çêkirine û bi dawî bûne, qala komkujiya Dersimê ya sala 1938’an dike. Nêzî 50 tabloyan e. Û yek jî li ser tenêbûnê ye. Qey ez di vê mijara tenêbûnê de li ser xwe sekinîme. Min di vir de pênaseya tenêbûnê kiriye. 
 
Gelo her kes dikare şêwekariyê bike?
 
Heke tu amûr û boyax tune be jî lê dema çêkirina wêne xêzkirinê û çêkirinê di dilê te de hebe, parçeyek komirê û kaxiz hebe tu dikarî wêneyên xwe çêbikî. Dikarî bi estetîk çêbikî û pir bê ecibandin jî. Mesele ne pirbûna amûran e. Mesele ew ku dikarî wan amûran çiqas baş bikar bînî. Min bi komirê jî çêkirina wêneyan gelek ceribandiye û çêkirine. Heke ez bûbûm wênesaz her tim xwe wek wênesaz dibînim. Min tu demê xwe wek helbestvan nedîtiye. Li gel ku ji bîra min tê û nayê jî ez helbest dinivîsim û dixwînim jî lê dîsa jî ne helbestvan im. Lê ez pir ji edebiyatê hez dikim. 
 
Gava mirov li wêne û metnên te yên edebî mêze dike, leheng û qewimînên siyasî yên qirna 20’an, pir berbiçav in. Çend salên dawî bûyerên mezin û nayê jibîrkirin jî li Sûr, Cîzîrê, Nisêbîn û çend deverên din qewimîn. Berhemeke cenabê te ku qala van qewimandinan bike wê hebe?
 
Di der barê şerê li Sûrê de çend wêneyên min hene. Wekî din jî di vê romana dawî ku min amade kiriye de jî min berfirehî qala bûyerên li Sûrê kiriye. Qewimandinên li Sûrê pir min êşandin. Wek bûyerek dîrokî û trajedîk a sedsala dawî ye. Ji ber ku şerê li Sûrê ewqas min êşand hew min dît ku di romana min de cih girtiye. Pirtûk amade ye, em li benda çapkirinê ne. Wê qewimandinên Sûrê hêj di gelek berhemên min de biteyisin.
 
FEWZÎ BÎLGE KÎ YE?
 
Di sala 1962’an de li Dêrika Mêrdînê tê dinyayê. Di heman salê de malbata wî koçî Qoserê kiriye. Heya perwerdehiya xwe ya lîseyê qedandiye malbata wî li wê derê maye. Piştre malbatê koçî Stenbolê kiriye. Hîn xwendekarê lîseyê bû di rêveberiya Komeleya Hevkariya Civakî û Hunerî ya Qoserê de çend salan xebitiye. Û ji ber doza di derheqê wî de vebûye demekê di girtigehê de maye. Di sala 1978’ an de li Zanîngeha Stenbolê beşa edebiyatê, Zanîngeha Marmarayê beşa zanistiyên civakî jî di sala 1987’an de qedandiye, car caran jî di ajansên girafîkî de xebitiye. Hîn di zarokatiya xwe de bi wêne sazkirinê re lebikiye û piştî salên 1991’ê li gelek bajarên weke Stembol, Îzmîr, Edene, Amed, Mêrdîn, Batman û hwd. Pêşangehên takeser û bi dehan yên hevbeş li dar xistine. Ji wêjevanekî bêtir weke wênesaz tê naskirin. 
 
Damezranerekî Navenda Çanda Mezopotamyayê, Yekitiya Wênesazên Kurd Arya (Stenbol), Yekitiya Wênesazên Mezopotamya (Stenbol), Koma Şanoya Demhat (Stenbol), Kargeha Hunerên Bedew (Stenbol), Kargeha Hunerên Bedew Soresorê (Batman) û damezranerekî MST (Maseya Seydayê Tîrêj) e. Şeşheft sala di navêndên çand û hunerî de di gelek beşan de, taybetî jî di beşên hunerê şêwekarî de berpirsiyarî girtiye. Bi sedan nivîs û xebatên wî yên wêneyan di kovar û rojnameyên, weke Nûdem, Pelîn, Roj, Medya Guneşî, Jiyana Rewşen, Kevan, Tîroj, Çirûsk, Azadiya Welat û hwd. de hatine weşandin. Demekî di rojnameya Rojê de qorzîknivîskarî jî kiriye. 
Heya niha bi dehan tekstên şano nivîsandine û ji van gelek hatine lîstin.
 
Ev çend salên dawiyê li Amedê dijî û xebatên xwe didomîne. Pêşangeha xwe ya dawî li bajarê Almanya Celleyê li dar xist. Endamê rûmetê yê Atolye 22 ya wênesazên Elman e.
 
MA / Bîlal Guldem