'Bi dengbêjiyê em dikarin zimanê xwe biparêzin'

img
MÊRSÎN – Dengbêjin bi dirûşmeya "Serê malê kilamek” her hefte li malekê ne, diyar dikin ku li evan bajarên ku koçî wan kirine ancax bi kilaman dikarin li gor ziman û çanda xwe bijîn. 
 
Dengbêjên li Mêrsînê bi pêşengiya hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) ya bi KHK'ê hat girtin bi dirûşmeya "Serê malê kilamek" her hefte dibin mêvanê malekê. Ji evan dengbêjan gelek jê bi salan e ji warê xwe koçber bûne û niha jî bi şevbuhêrkan hesreta xwe ya ji bo warê xwe tînin ziman. 
 
Dengbêj Îsa Tarhan (58) ku di sala 1993'yan de ji navçeya berwarî ya Sêrtê koçî Mêrsînê kiriye, bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li çanda dengbêjiyê û got: "Berê me li gund dengbêjî ddikir. Lê wê çaxê me di cihênw ekî ên niha de nedigot. Wexta em hatin vir êdî bi saya hunermendên NÇM'ê derfeteke wisa jî çêbû. Wan em anîn cem hevdu. Bi saya wan bi salan e em tev li bernameyên Newrozan û televîzyonan bûn." Tarhan, diyar kir ku bi evan bernameyan wan careke din çanda dengbêjiyê ju gel re vegotiye. 
 
'EM Ê VEGERIN GUNDÊ XWE' 
 
Tarhan, anî ziman ku dengbêjî ji bo wan pir muhîm e û got: "Wexta distrêm gundê min, bajarê min tê bîra min. Bîranên xwe yên li gund hemûyan li kilaman bar dikim. Çi qasî zêde bistrêm bêrîkirina min ew qasî zêde dibe. Êdî dixwazim vegerim gundê cwe. Ger şer bi dawî bibe em ê vegerin gundê xwe."
 
Kamîle Demîr (53) ku di sala 2008'an de ji gundê Hîrît ê Sêrtê koç kir, anî ziman ku ji ber zext û zoriyan wan koç kiriye lê belê heman zext li vir jî hene. Demîr, diyar kir ku ji zarokatiya wê ve bala wê li ser dengbêjiyê bûye û got: "Bi rastî jî wexta nestrêm, enxweş dikevim." 
 
BI KILAMAN BER BI WARÊ XWE VE DIÇE 
 
Demîr, bang li hemû jin û ciwanan kir ku xwedî li çanda dengbêjiyê derkevin û got: "Bila mirovên me çanda xwe ji bîr nekin û hînî zarokên xwe jî bikin. Ez jî hînî zarokên xwe dikim. Divê em vê çandê nifş bi nifş veguhêzînin." Demîr, destnîşan kir ku wexta e distrê ew ber bi warê xwe ve diçe û pir rihet dibe. Demîr got: "Wexta distrêm bêrîvanî û çêrandina pez tê bîra min. Rojên min ên evîndariyê tên bîra min. Ger rojekê dawî li şer bê ez berê xwe bidim gund. Divê êdî dawî li vî şerî bê." 
 
Ramazan Eren (55) jî destnîşan kir ku ew ê bi dengbêjiyê zimanê xwe biparêzin. Eren got: "Em dengbêj çand û zimanê xwe nifş bi nifş vediguhêzînin û diparêzin. Bang li hemû dengbêjan dikim, ji bo berbelavkirina çand û zimanê me werin em li taxên xwe çalakiyên bi vî rengî bikin." 
 
MA / Ergin Çaglar