Rênas Jiyan vê carê got ‘Stranên Sor Niviştên Mor’

img
AMED – Nivîskar-helbestvan Rênas Jiyan pirtûkek din li pirtûkxaneyan zêde kir. Pirtûk ango romana bi navê “Stranên Sor Niviştên Mor” a Jiyan hat çapkirin. 
 
Nivîskar û helbestvanê navdar ê kurd Rênas Jiyan pirtûkek nû ango romanek din gihand xwîneran. Romana bi navê “Stranên Sor Niviştên Mor” a Jiyan ku ji 220 rûpelan pêk tê ji Weşanên Belkî hat çapkirin. Pirtûkê di nav refên pirtûkfiroşan de cihê xwe girt û li ber destê xwîneran e. 
 
Rênas Jiyan beriya romana “Stranên Sor Niviştên Mor” pirtûkên nivîsandiye wiha ne: 
 
Spîtama – roman, Bacanên Pelçiqî – roman, Çirûskîzm – teorî, Çirûsk – kovar 
Helbest; Janya, Mexzena Xwînê, Diêşiya, Dîn û Şîn
Di Tuwaletê De - Şano
Wêjeya Kurmancî
Ronahî – lêkolîn
Ponijîn - raman
Ji Şevê Re - ceribîn û rexne