Psychology Kurdî bi hejmara 7’emîn bû 3 salî

img
AMED - Yekem kovara derûnnasiyê ya bi kurdî bi hejmara xwe ya 7’emîn derket pêşberî xwînerên xwe. Bi vê hejmarê sala xwe ya duyem qedand û ket sê saliya xwe. Kovar bi naverokek balkêş li ber destê xwînerên xwe ye. 
 
Yekemîn kovara Psychology Kurdî ya derûnnasiyê ku hemû xwerû bi kurdî ye hejmara wê ya 7’emîn derket. Hejmar 7’emîn jî wek her hejmarên bihûrî bi naverokek têr û tije ya li ser derûnnasiyê derket pêşberî xwîneran. Heta niha kovar bi eleqeyek mezin ji aliyê xwînerên xwe ve tê pêşwazîkirin û gellek deverên cîhanê jî belav bû. Kovarê du sal li pey xwe hişt û ket sê saliya xwe. Di vê hejmarê de jî wek her hejmarên bihûrî jî dosyeyek bi sernavê “Kesayetî” pêk tê. 
 
NIVÎSA EDÎTORYAYÊ 
 
Di nivîsa edîtoryaya kovarê de behsa mijara hejmara 7’emîn tê kirin û wiha hatiye gotin: “Me bi vê hejmarê sala xwe ya duyem qedand. Ji destpêka vê xebatê heya niha gelek kesan bi xwendin û nirxandinanên xwe kirin ku em kêmasiyên xwe ferq bikin û kovara xwe dewlemendtir bikin. Em spasiya we dikin û dixwazin hûn nirxandinên xwe ji me kêm nekin da ku em baştir bibin. Wekî din em dixwazin dîsa bînin zimên ku tenê ne derûnnas kesên din jî dikarin bi nivîs an wergerên xwe yên bi derûnnasiyê têkilda beşdarî vê xebatê bibin.
 
Bi vê hejmarê me weke dosyeyê berê xwe da "kesayetî"yê, me xwest ku bi hevpeyvîneke têr û tijî û gotarên cihêreng vê mijarê zelaltir bikin.
 
Heta hejmareke din bimînin di nav xêr û xweşiyê de.
 
Hûn dikarin Kovara Psychology Kurdî ji ajans jjyê, ji pirtûkfiroşan û herweha li ser malpera pirtukakurdi.com peyda bikin.”
 
Mijarên divê hejmarê de jî wiha ne: 
 
Prof. Dr. Dr. Jan Îlhan Kizilhan bi gotara xwe ya bi navê “Ziman, Raman, Derûnî û Civakê” bo derûnî û civakê girîngiya zimanê zikmakî û rola wî ya bingehîn bi xwendevanan re parve dike.
 
Derûnbijîşk Dr. Erdogan Ozmen bi “Qêrîn”ê dixwaze deng û hawara “êdin” bigihîne hemû mirovên xwedî wijdan.
 
Fırat Sozerî bi vê hejmarê bi wergereke ji rûsî alîkariya me dike ku di vê nivîsê de Romanovîç T. L rola jinan di pêşketina psîkanalîzê de rave dike.
 
Prof. Dr. Doğan Şahîn di warê kesayetî, bêpergaliyên kesayetiyê û dermankirina bêpergaliyên kesayetiyê de bi xebat û lêkolînên xwe tê nasîn û me pê re bi berfirehî di warê kesayetiyê de bo xwendevanên xwe hevpeyvîneke têr û tijî kir da ku jê sûd wergirin. 
 
Derûnnas Siyabend Aslan bi nivîsa xwe ya “Alfred Adler û Derûnnasiya Takekesî”yê behsa Adler dike û bîrdozî û têgehên ku bi kar anîne dide nasîn. 
 
Derûnnas Mihemed Elî Alûcî bi gotara xwe ya bi navê “Sullivan û Bîrdoziya Wî”yê bi awayekî berfireh bîrdoziya wî ya kesayetiyê radixîne ber çavan. 
 
Derûnnas Samed Dogan bi nivîsa xwe ya “Bêpergaliya Kesayetiyê ya Sewesî û Zorlêkirî” ji xwendevanan re taybetmendî, nîşane û dînamîkên vê bêpergaliyê vedibêje.
 
Derûnbijîşk Dr. Azad DILDAR bi nivîsa xwe ya bi navê “Dem Dema Narsîsîzmê ye” li ser kesayetiya narsîsîstîk hûr dibe û bi hûrguli vê mijarê dinirxîne. 
 
Derûnnas Rewşen Remakî bi gotara xwe ya bi navê “Frantz Omar Fanon û Kesayetiya Bindestan” derûniya mirovên bindest dinirxîne.
 
Derûnbijîşk û Psîkoterapîst Dr. Bernhard Mäulen karê xwe li Almanyayê didomîne û di beşa xwe de jî supervîzor e. Me bi Mäulen re derbarê sînorderbaskirinên zayendî di terapiyê de hevpeyvînek kir. Di vê mijarê de bo terapîst û nexweşan pirsgirêkên sereke û çareseriya wan bi hûrgulî hatiye ravekirin.
 
Mamoste Xelîl Semed bi nivîseke li ser edebiyat û psîkanalîzê tevlî me dibe û bi nivîsa “Aloziya Odîpus di Çîroka Eyloyê Pîr de” çîroka Kamiran Alî Bedirxan Eyloyê Pîr li gorî aloziya Odîpus şîrove dike.
 
Sînemager Ferat Kevir bi nivîseke li ser sînemayê rengekî nû dide kovarê û ji fîlmê Yılmaz Guney “Rê” karakterekî dinirxîne.
 
Herwiha Derûnnasê Klînîkî û Terapîstê Pirsgirêkên Zayendî Murat Caymaz bi “Çîrok Çi Dibêjin”, Derûnnas Esra Yilmaz bi “Derûnnasî”, Mamosteyê Perwerdehiya Taybet Wehab Şehîn bi “Perwerdehiya Entegrasyonê” di nav rûpelên kovarê de cih digirin û mêvanê kovarê yê beşa “Pirs û Bersiv” jî Prof. Dr. Celîlê Celîl e.