Fîlmê ‘Kavil’ li Mîhrîcana Fîlman a San Sebastianê ye

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Fîlmê anîmasyon yê  Kavil” ê derhêneriya wê Ozcan Alper dike dê li Mîhrîcana Fîlman a 66’emîn a San Sebastian bê pêşandan. 

 
Fîlmê anîmasyonê yê “Kavil” ê derhêneriya wê Ozcan Alper ku bi fîlmên “Sonbahar, Gelecek Uzun Sürer ve Rüzgarın Hatıralari” tê nasîn dê li Mîhrîcana Fîlman a 66’emîn San Sebastîan bê pêşandan. 
 
Senaryoya Ozcan Alper û Murat Ozyaşar pêk anîne. Derhêneriya anîmasyonê Vrej Kassoyny bi çêkirina Nar Fîlm hatiye çêkirin. 
 
Fîlm behsa di serî de navçeyên Sûr, Cizîr û Nisêbînê û gellek deverên din hatin hilweşandin û rewşa mirovî dike. Fîlm bi çavê şaîrek ciwan hatiye vegotin. Bi desteka wêneyên rastî yên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi KHK’ê hat girtin hatiye çêkirin. 
 
Di hin beşên fîlm de ji helbesta “Demên zor” a şaîrê Baskî Jose Sarrionandia cih digire û lîstîkvan Feyyaz Duman helbestê dixwîne. 
 
Mîhrîcana Fîlman a San Sebastîan di 22’ê îlonê de dest pê kir û heta 29’ê îlonê de dewam bike. Yek ji mihrîcana herî girîng a Ewropayê ye.