Hevjîna wî Dengbêj Cizîrî vegot

img

ŞIRNEX - Hevjîna dengbêj Cizîrî Şîrîn Egul anî ziman ku Cizîrî ji bo kurê wan ê ku dema qedexeyên derketina derve yên Cizîrê hatiye qetilkirin, besteyek amade kiriye û bêyî ku bixwîne jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Hin caran dixwest bixwîne li dengê wî dibû asteng. Daxwaza wî ya dawîn pêk nehat.” 

 
Dengbêj Fadil Cizîrî ku bi gazinên xwe yên “Ma Şakiro jî ji bêxwedîtî nemir? Ke li dengbêjan xwedî dernakeve.” Tê bîra mirovan, di 25’ê tîrmehê de piştî derbaskirina krîza dil jiyana xwe ji dest dabû. Cizîrî ku bi strana xwe ya “Heyran jaro” dihat nasîn demeke dirêj bû bi nexweşiya parkinsonê re têdikoşiya. 
 
‘EW BERÎ HER TIŞTÎ DENGBÊJ BÛ’
 
Cizîrî ku ji ber kurekî wî di qezeyeke trafîqê de û kurekî wî jî di qedexeyên derketina derve ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest da, qehirî  piştgiriya herî mezin ji hevjîna xwe ya Şîrîn Egul bû. Egul ku bi 4 zarokên xwe re ji ber pirsgirêkên aborî rojên gelek zehmet derbas dike, got ku hevjînê wê Cizîrî berî her tiştî dengbêj bûye û bi dilekî şîkestî xatir ji jiyanê xwestiye. 
 
STRANA XWE YA DAWÎN NEXWEND
 
Egul da zanîn ku nexweşxane nexweşxane geriyane û ji nexweşiya Cizîrî re çare nedîtine. Egul bi bîr xist ku Cizîrî ji ber nexweşiyê bi salan payîzokên ku gelek ji wan hezkiriye nikaribûye bibêje û destnîşan kir ku daxwaza wî ya herî dawîn xwendina strana ku ji bo kurê xwe yê ku di qedexeyên derketina derve ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû, bûye. Egul anî ziman ku nexwendina vê stranê Cizîrî gelekî êşandiye û ev tişt got: “Hin caran dixwest bibêje lê dengî wî ji gotinê re dibû asteng. Ji ber ku nikaribû bibêjê digiriya. Daxwaza wî ya dawîn pêk nehat.”
 
JI BO DEBARA XWE DEV JI DENGBÊJIYÊ BER DIDE
 
Egul der birî ku hevjînê wê ji bo debara mala xwe bi salan dev ji dengbêjiya ku gelekî jê hez kiriye berdeya û wiha qala hevjînê xwe kir: “Dev ji dengbêjiyê berda û awazên xwe negot. Piştî teqewîtbûna xwe her tim digot dê dest bi dengbêjiyê bike lê ji ber nexweşiya ket nav nivîna û nikaribû dest bi dengbêjiyê bike. Hin caran ji bo bernameyan dihat vexwendin lê ji ber nexweşiya xwe bi dilekî xemgîn nikaribû beşdar bibe.”
 
DENGBÊJAN BU TENÊ NEHÊLIN
 
Egul got ku hevjînê wê Cizîrî her tim jê re gotiye: “Dema em sax in ber bi me nayên lê dema em dimirin me dipirsin. Piştî ku ez mirim bile tu kes min nepirse.” Egul piştî van gotinan axaftina xwe bi vê bangê bi dawî kir: “Hevjînê min dema nexweşiya xwe kesî li cem xwe nedît. Lê li gel vê yekê jî dilê wî ji kesî nema. Hê ku rewşa wan baş be divê kurd li dengbêj û hunermendên xwe xwedî derkevin û wan bi tenê nehêlin. Divê em li cem kesên ku ji bo çanda me dixebitin bin.” 
 
MA / Gökhan Altay