Dersîmî: Bawerî û çanda me hatiye qedexekirin

img
DERSIM – Welatiyên bertek nîşanî qedexekirina 18’emîn Mihrîcana Dersimê da û diyar kirin qedexeya li hemberî bawerî, çand û xwezaya xwe nas nekin. 
 
Li Dersimê 18’emîn Mihrîcan Çand û Xwazeyê ya Dersimê bi hinceta ku ‘Ji rêxistinê re kes û fînansê temîn bike’ ji aliyê Walîtiya Dersimê ve duh hat qedexekirin. Welatiyan bertek nîşanî qedexeya mihrîcana ku îro dihat plankirin dest pê ke da û diyar kir ku dê qedexeyan nas nekin. 
 
Welatiyê bi navê Emrah Akdağ ku ji bo mihrîcanê ji Îzmîrê hatiye diyar kir ku armanca mihrîcanê girîng e û wiha got: “Mirovên tên mihrîcanê ne tenê ji bo kêfê di heman demê de ji bo nasîna bawerî û çanda elewiyan jî tên.  Mihrîcan pêk were jî pêk neyê jî em ê heta hefteyekê li Dersimê bin û planên xwe yeko yeko pêk bînin.” 
 
‘DERSÎM HATIYE QEDEXEKIRIN’
 
Esnafa bi navê Gulşen Borak jî diyar kir ku mihrîcan kevneşopiya wan e û qedexeyên li ser mihrîcanê nas nakin. Borak anî ziman ku armanca mihrînê nasîna çand, bawerî û xwazaya Dersimê ye û wiha pê de çû: “Biryara qedexeyê bi armanca ku çand, bawerî û xwazaya elewiyan ji mirovên derve re neyê nasîn hatiye dayîn. Qedexe nîşaneya qedexekirina Dersimê ye.” Barok herî dawî got ku qedexekirin wek esanf bandoreke zêde li wan dike. 
 
DÊ XWEDÎ LI MIHRÎCANÊ DERKEVIN
 
Welatiyê bi navê Cafer Guneş jî d zanîn ku nikare qedexeyê qebûl bike û got ku di her şert û mercê de armanca mihrîcanê pêk weynin. Xwendekar Tûba Bayt jî bertek nîşanî qedexekirina mihrîcanê da û destnîşan kir ku qedexeya mihrîcanê ji bo bêmirov hiştina Dersimê ye û got ku dê xwedî mihrîcanê derkevin. Aktîvîstê xwezayê Haydar Çetînkaya jî bi bîr xist ku bi heman hinceta sala borî jî mihrîcan hatiye qedexekirin û ev tişt got: “qedexekirina mihrîcanê li dijî çand û baweriya elewiyan e.”