Li Dersimê amadekariyên festîvalê tên kirin

img
DERSIM – Amadekariyên 18’emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê didomin. Serokê Komîteya Amadekar a Festîvalê Alî Haydar Ben her kesê xwedî li çand û xwezayê derdikeve vexwend festîvalê. 
 
Îsal dê 18’emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê di navbera 26-29’ê tîrmehê de bi dirûşma “Li ser axa qedîm a azadiyê û têkoşînê, em di coşa Munzûrê de hev bibînin” bê lidarxistin.  Festîval dê bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partîya Emekê (EMEP) Komeleya Demokratîk a Elewiyan (DAD), Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF) û gelek rêxistinên civakî yên sivîl de pêk bê. 
 
Li aliyekî amadekariyên festîvalê didomin û li aliyekî jî Komîteya Amadekar a Festîvalê ji bo destûrê serî li Walîtiya Dersimê da.
 
Wek her salê îsal jî li bendê ye festîval bi beşdariyek xurt derbas bibe. Di çarçoveya rojên festîvalê de dê cihên pîroz bên ziyaretkirin û panel bên lidarxistin. Li qeraxê Çemê Munzûrê dê konser û guhdarkirina helbestan pêk bê. 
 
‘FESTÎVAL LI DIJÎ BÊMIROVKIRINÊ YE’ 
 
Serokê Komîteya Amadekar a Festîvalê Alî Haydar Ben têkildarî amadekariyên festîvalê agahî dan û diyar kir ku festîval li dijî valakirina gundan û polîtîkaya bêmirovkirinê ya di 1994’an pêk hat de destpê kir û festîval îro li dijî êrîşên baweriya elewîtiyê, çand, xweza û bêmirovkirinê di astek girîng de ye. 
 
‘JI BO XWEDÎDERKETINA ÇAND Û XWEZAYÊ BEŞDAR BIBIN’ 
 
Ben got: “Hin serdeman festîval hat qedexekirin. Tevî hemû qedexe û astengiyan ev festîval hat kirin. Gelê Dersimê guh neda qedexeyan û her serdemê pêk anî. Bi deh hezaran mirov herikiye Dersimê, xwedî li çand û xwezaya xwe derketiye. Em bi bawerin dê îsal jî wisa bibe. 4 roj bênavber em ê li navçeyan û navendê bernameyên têr û tije li dar bixin. Ez hemû kesên xwedî li çand û xwezayê derdikevin vedixwînim festîvalê.”