Helbestvan Abdulmecîdê Gulordî: Ilm û zanîn ji her tiştî mezintir e

COLEMÊRG - Mele Abdulmecîdê Gulordî ku ji binemala Gulordiyan e û xwediyê pirtûka “Dîwana Gulordî” ye, anî ziman ku wî li cem alimên ji binemala xwe ders girtiye û got ku ilm û zanîn ji her tiştî mezintir e. 
 
Colemêrg a ku bi jiyana xwe ya kurdewar ji bo derdora xwe bûye mînak, mazûvaniya gelek kesayet û binemalên xwedî nirx dike. Ji hêla çand, huner û wêjeya kurdî ve gelek kesayet hene ku divê di nava dîroka wêjeya Colemêrgê de cih bigirin û bên naskirin ku ji bo nifşê nû bibin mînak. Yek ji wan binemala Gulordî ye ku navê gundê wan jî Gulord e. Di malbata Gulordiyan de gelek alim û zanayên hêja derketine ku hem ji bo ola xwe hem jî ji bo neteweya xwe xizmetên mezin kirine. Gulordî, hem afirîner in û mele ne û hem jî di Komara Kurdistanê de ku ji hêla Qazî Mûhammed ve li rojhilatê Kurdistanê hatibû avakirin, qazîtî kirine. Niha jî Mele Abdulmecîdê Gulordî ku helbestan dinivîse, pirtûkek derxistiye û amadehiya pirtûkeke nû dike.
 
Mele Abdulmecîdê Gulordî têkildarî jiyana xwe ji ajansa me re axivî û di der barê kar û xebatên xwe de agahî dan.
 
Mele Abdulmecîdê Gulordî (Abdulmecît Îlîş) kûrê Mela Eliyê Gulordî ku li herêma Gever a Colemêrgê tê nasîn e. Di sala 1948’an de li Gundê Gulordê yê ser bi navçeya Geverê di nava malbateke xwende de hatiye dinê. Beriya dibistanên tirkî bikevin gundên Kurdistanê, li gundê Gulordê ew xwedî dibistan bûn e û wan perwerdehî dîtiye. Piştre bi malbatî koçî navçeya Geverê dike û li cem bavê xwe Mela Elî ku alimek zana bû perwedehiya xwe domandiye. Piştî mirina bavê xwe li cem Mele Husenê Gulordî ku ew jî ji gundê Gulordê ye û alimeke bi nav û deng e, dest bi perwerdehiyê kiriye. Gulordî, piranî perwedehiya olî dîtiye, lê der barê wêje û çanda kurdî de jî ders girtiye û xwedî agahî ye.
 
 ALIMÊN KURD BANDOREK MEZIN LÊ KIRINE 
 
Dema Gulordî li cem bavê xwe perwerdehî didît, bavê wî helbestên Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran dixwendin. Bendên Melayê Cizîrî yên li ser Şêxê Sen’an û Pirtûka Mem û Zînê ya Ehmedê Xanî bandoreke mezin li ser Gulordî kiriye. Lewma, ev şairên mezin li wî bûne meraq û wî lêkolîn li ser van şairan kiriye. Piştî van lêkolîn û analîzan wî bi kurdî dest bi nivîsandina helbestan kiriye û bi civatî ango îçtîmaî nêzî 17 rûpel helbest nivîsandiye. Ji ber çend sedeman wî dest ji helbest nivîsandinê berdaye û 13 salan hostatiya înşaetê kiriye. Piştre jî dikeve ezmûna meletiyê û li Geverê bi fermî melatiyê dike.
 
BI KURDÎ WAAZAN DAYE Û XUTBEYÊ XWENDIYE 
 
Di pêvajo û rewşên nexweş de Gulordî waaz û axaftinên xwe yên di mizgeftan de bi zimanê dayikê ango kurdî dike û ji bo gelek meleyan dibe mînak. Piştî teqawîtbûyînê Gulordî, bi nexweşiyan re rû bi rû dimîne û di vê pêvajoyê de dîsa dest bi nivîsandina helbestan dike. Di heman demê de şagirtek ji beşa wêjeyê tê ba wî û helbestên wî yên di salên 1980’î de nivîsandî dibe li teza xwe ya zanîngehê zêde dike. Dû re jî van helbestan di pirtûka xwe ya bi navê “Li Herêma Doskiyan Çend Deqên Edebiyata Kurdî” de dide weşandin. Gulordî jî helbestên xwe yên piştî sala 2017’an û vir ve nivîsandine dike pirtûk û bi navê “Dîwana Gulordî” dide weşandin. Gulordî hê jî dinivîse û li ser dixebite ku pirtûkek nû ya helbestan bide weşandin. Mel Abdulmecîdê Gulordî ku dema tiştek tê hişê wî dest bi nivîsandinê dike, gava pênûsa xwe digire destê xwe bi dehan bendan li ser mijarekê dinivisîne.
 
‘MIXABIN DERFETÊN ME ZÊDE NEBÛN’
 
Gulordî ku behsa jiyana xwe kir bal kişand ser mijara afirandinê û da zanîn ku her kes dixwaze berhemên wî bên dîtin û li pêş çav bin. Gulordî anî ziman ku wî ev helbestên xwe kiriye pirtûk û dixwaze nifşê nû jî van berheman bibîne û sûdê jê werbigirin. Gulordî destnîşan kir ku wî ji ber demekê dirêj nenivîsandiye gelek rexne li xwe kirine û wiha berdewam kir: “Mixabin derfetên me yên xwendinê zêde nebûn. Lewma gelek demên min bi valahî derbas bûn. Civaka me li me xwedî dernediket, ji bo me derfet nediafirandin. Mesela me niha jî cihekî ku edebiyat têde bê zanîn an jî bê xwendin nîne. Divê cihên wiha bên vekirin. Heke maleke dengbêjan an jî şairan hebe gelek kes dê li wir bên cem hev û parvekirina wan zêde bibe. Kê bi derfetên xwe çi bike ew e, wekî din derfetek nîne.”
 
ÇAR CURE HELBEST: CIVAK, OL, EVÎN Û XWEZA
 
Gulordî  diyar kir ku wî pirtûka xwe ya bi navê “Dîwana Gulordî” li ser çar esasan nivîsandiye. Gulordî da zanîn ku esasa yekemîn civakî ye û bi lêv kir ku helbestên wî yên li ser bûyerên civakî nivîsandine tê de cih digire. Gulordî anî ziman ku esasa duyemîn olî ye û wî di esasa olî de behsa ola îslamê û pêxember kiriye. Gulordî destnîşan kir ku esasa sêyemîn evîn e û bi bîr xist ku mirovek bê evîn nikare bijî. Gulordî anî ziman ku evîn tiştekî heqîqî ye û esasa çaremîn jî wiha vegot: “Esasa çaremîn jî xweza ye. Min gelek helbest li ser xwezayê nivîsandine û bal kişandiye ser bedewiya wê.”
 
‘DERDÊ ME YÊ HERÎ MEZIN NEZANÎN E’
 
Gulordî diyar kir ku welatê kurdan ji zanînê gelek bêagah e û hurmeta zanayan nagirin, guh nadinê. Gulordî destnîşan kir ku kesê feqîr û belengaz be ti qîmeta xwe nîne, lê kesên dewlemend û xwedî pere, xwedan qedr û qîmet in. Gulordî da zanîn ku ilm û zanîn ji her tiştî mezintir e û got: “Derdê me yê herê mezin nezanîn e.”
 
Helbestek Gulordî wiha ye: 
 
"Pêşeman in dil bi keder
 
Cahil û ehmeq bûn rêber
 
Kêmasêt cih ne xwudan xeber
 
Rispî û mezin winda ne
 
 
 
Qewl û qeraran ew d'bêjin 
 
Me pir û kal ker û gêj in 
 
Hûn kevtiyên ji mêj in 
 
We zêhn û fikr ne cih da ne 
 
 
 
Zêhn û fikr li me winda bûn 
 
Rêber û mezin nemabûn 
 
Êş û derd li me cema bûn 
 
Hemî halan paş da mane 
 
 
 
Xeribê bi derd û êş im 
 
Ez neşêm duran darêjim 
 
Kula dilê xwe pê d'rêjim 
 
Zêhn û ziman min bela ne." 
 
 
MA / Bazîd Evren