Qeydên Ma Musicê dest pê kirin

img

AMED - Perwerdekara Ma Musicê Sarya Ertaş diyar kir ku qeydên serdema nû ya Ma Musicê dest pê kirine û ji bo çanda kurdî zindî bimîne xwest ku her kes serlêdanê bike. 

Akadamiya Ma Musicê, serlêdanên ji bo serdema nû dan destpêkirin. Qeydên serdema nû dê di 4'ê Cotmehê de bi dawî bibin perwerdekara Ma Musicê Sarya Ertaş diyar kir ku zarokên temenê wan di navbera 6-14'an de li Akademiya Zarokan perwerdeyê dibînin û yên temenê wan di navbera 15-30 salan de jî li di kategoriya mezinan de perwerdehiyê dibînin.
 
Sarya Ertaş diyar kir ku ji her bajarî xwendekar dikarin serlêdanê bikin û got ku wan kotayek diyar kiriye û serlêderên ku di azmûnê de derbas bibin qeydên wan tên çêkirin. Ertaş diyar kir ku xwendekarên ku ji bo qeydê tên divê ji zaravayên kurdî soranî, kurmancî û kirmanckî yekî zanibin û wiha got: "Ji ber ku em perwerdeya xwe bi kurdî didin. Di heman demê de ji bo xwendekarên ku dixwazin li vir bimînin jî bûrsê didin da ku karibin debara xwe bikin."
 
Perwerdekara Ma Musicê Sarya Ertaş
 
Ertaş da zanîn ku kesên serlêdanê dikin ne hewce ye berê perwerdehiya muzîkê girtibin û hot ku ger kesên tên der barê muzîka kurdî de hebikekî agahiya wan hebe bes e. 
 
PAR 150 KESÎ SERLÊDAN KIRIBÛ
 
Ertaşê diyar kir ku hejmara polên ku dê bên vekirin bi hejmara xwendekarên serlêdanê dikin tê diyarkirin û wiha got: "Par 150 kesî serlêdan kiribû. Bi giştî di her polê de 15-20 kes hene. Ders serê sibê saet di 09.00'an de dest pê dike û heta danê êvarê saet 16.00’an berdewam dike. Rojên hefteyê dersên me yên solfej, bingeha muzîkê, muzîka kurdî, enstruman, buruna, dersên ziman û pedagojî ji bo zarokan tên dayîn.”
 
‘DIVÊ EM ALTERNATÎFAN HILBERÎNIN'
 
Ertaş destnîşan kir ku ew bi pergaleke rizandî re rû bi rû ne û wiha got: "Divê ne tenê di qada çandê de, li her qadê li dijî vê pergala rizandî têkoşîn bê kirin. Divê mirov ji bo xwe azad hîs bikin û bi serbestî karibin li mûzkê bidi werin akademiyê. Li vir ne tenê perwerdehiya muzîkê tê dayîn, li vir em balê dikişînin ser girîngiya ziman û çanda xwe û rm xwedî li wê çandê derdikevin. Her wiha em perrwerdehiyê didin kesên bi kurdî nizanin jî. Bi taybetî em polîtîkayên li ser jinan tên meşandin dibînin. Lewma em dixwazin hemû jin serî li me bidin da ku xwe bi awayekî azad hîs bikin û çanda xwe indî bihêlin. Dibê em bi hev re ji bo çanda me li ser pêyan bimîne, alternatîfan hilberînin."