Panela ‘Di hiqûq û civakê de zimanê dayikê’

img
ENQERE - ANKA-DER’ê bi serenavê “Di hiqûq û civakê de zimanê dayikê” panel li dar xist. Di panelê de bal kişandin ser cihê zimanê kurdî yê di têkoşîna gel de. 
 
Komeleya Çand û Ziman a Ankayê (ANKA-DER) panela bi navê “Di hiqûq û civakê de zimanê dayikê” li eywana civînê ya Sendîkaya Hemû Şaredariyan (Tum Bel-Sen) li dar xist. Li eywanê pankartên “Ciwanen Kurd têkoşerên Kurdî ne” , “Em perwerdehiya bi Kurdî dixwazin” hatin daliqandin. 
 
Endama ANKA-DER’ê û mamosteya wê Emîne Ogûz a moderatoriya aktîvîteyê kir, bal kişand ser zextên li ser çand û zimanê kurdî. Ogûz, diyar kir ku weke komele ji bo çanda û zimanê kurdî bidin jiyîn atolye û qursên ziman li dar xistine.  
 
ÊRIŞA CIVAKÎ  
 
Jiyan Bahadir a derbarê civakê û zimanê dayikê de axivî jî bi bîr xist ku kedkarên li gelek bajarên Tirkiyeyê dixebitîn ji ber ku bi kurdî axivîn dest ji kar berdan. Bahadir da xuyakirin ku piraniya dema ciwanan di medyaya dîjîtal de tê derbaskirin û anî ziman ku medyaya dîjîtal di warê zimanê dayikê de bandoreke xerab li ciwanan dike û got: “Ji ber ku di medya civakî de naveroka kurdî gelekî kêm e û ciwan timî rastî naverokên tirkî tên. Ji ber vê yekê medyaya dîjîtal zerarê dide populerbûna zimanê kurdî.”
 
Bahadir da xuyakirin ku li dijî parvekirinên kurdî êriş hene û wiha domand: “Ev yek jî parçeyek ji şerê taybet e. Bi êrîşa civakî ya li dijî zimanê kurdî re êrîş li kurdan tê kirin.”
 
HIQÛQ Û ZIMANÊ DAYIKÊ  
 
Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ozgur Yaldiz ê pişt re axivî jî asta zimanê kurdî ya hiqûqê nirxand û têkildarî zimanê dayikê di nava civakê û saziyên dewletê de çawa cih digire axivî.  Yaldiz, da zanîn ku zimanê dayikê bi xalên 26 û 2’yemîn ê di Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de tê parastin û ev xal aşkere kirin. Yaldiz, wiha domand: “Lê Tirkiyeyê ev xal îmze nekirin. Ji ber vê yekê ji Peymana Lozan heta niha qedexeyeke mezin li ser kurdî heye. Ji bo ku tê tirsîn zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê jî ev ziman tê astengkirin.”
 
‘XELASÎ JI XWE NASKIRINÊ RE DERBAS DIBE’ 
 
Abdûllah Ekîcî yê li ser zimanê kurdî xebatan dike jî diyar kir ku eleqeya ciwanan a ji bo kurdî hêviyê dide wî û qala kovara Hawarê ya Celadet Elî Bedirxan derxistî kir. Ekîcî, bi lêv kir ku Bedirxan di têkoşîna gelê kurd, çanda kurd û kurdî de cihekî girîng heye û ji bo vê hewldanên wî hene. Ekîcî, da zanîn ku xelasî xwe naskirine û xwe naskirin jî zanîna zimanî ye.
 
Panel piştî axaftinan bi pirs û bersivan û gerandina govendê bi dawî bû.