Ûrmiye: Divê rewşenbîr û nivîskar têkevin liv û tevgerê
Sefkan: Bêhelwestbûn piştgiriya dagirkeriyê ye

img

AMED - Hunermend Kawa Ûrmiye li dijî êrişên Tirkiyeyê, bangawaziya “ketine liv û tevgerê” ji hemû rewşenbîran kir. Hunermend Hekîm Sefkan jî wiha got: “Bêhelwestbûn piştgiriya dagirkeriyê ye.” 

Êrişên li dijî herêma Zap, Avaşîn û Metînaya Herêma Federe ya Kurdistanê û herêmên çolter ên navçeya Amediyê ya Dihokê didomin. Tirkiye bi hevkariya PDK li heremên dagir kiriye, baregehên nû  û nûqteyên kontrolê ava dike. Hunermendên kurd Kawa Ûrmiye û Hekîm Sefkan tiştên tên jiyîn wek “dagirkerî” pênase kirin. 
 
‘DÊ ÊRIŞ NEGIHIN ARMANCA XWE’
 
Hunermend Kawa Urmiye anî ziman ku armanca êrişan tunekirina PKK’ê û firehkirina sînorên Tirkiyeyê ye. Urmiye da zanîn ku ev armanc “xeyalên vala” ne û wiha axivî: “Êdî ev şer nikare bigihije armanca xwe. Ev ne şerekî nû ye. Beriya wê şerên girantir jî hatin meşandin. Di sed saliya Lozanê de şer mezintir kirin. Ji ber rêxistinbûna kurdan xurt bû.” 
 
Urmiya diyar kir ku bi êrişan xwezaya Kurdistanê talan dikin û bi bîr xist ku Tirkiye “dijminê ekolojiyê” û axaftina xwe wiha domand: “Kurd li ku derê bibe xwedî statû, bombeyan li ser serê wan dibarîne. Lewre navê kurd û Kurdistanê ranagirin. Divê her kurd li dijî vê ferasetê rabe serhildanê.”  
 
BANGA REWŞENBÎR Û HUNERMENDAN
 
Ûrmiye bertek nîşanî hevkariya PDK’ê da û diyar kir ku PDK’ê temamiya herêmê teslîmî Tirkiyeyê kiriye. Urmiye PDK’ê wek “dijminê veşartî” pênase kir û wiha pê de çû: “Heke pirsgirêkek were serê PKK’ê, dê ji aliyê Tirkiyeyê ve yekemîn PDK zirarê bibîne. Divê vê yekê baş zanibe. Nikarin ji ber berjewendiyên takekesî û malbatî nirxên gelekî binpê bikin.” 
 
Ûrmiye anî ziman ku divê li dijî “îxanet û hevkariyê” yekitî were avakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi taybetî jî divê ciwan, hunermend, nivîskar û rewşenbîrên me yên li Başurê Kurdistanê li dijî vê konsepta qirêj û hevkariya PDK’ê û Tirkiyeyê têkevin liv û tevgerê.” 
 
Hunermend Hekîm Sefkan jî destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze destkeftiyên kurdan ji holê rake. Sefkan bi bîr xist ku Tirkiye ji bo êrişan, PKK’ê wek hincet nîşan dide û ev tişt gotin: “Dewletekî ku tehamula wê ji nivîsa “Pêşî Peya” tune be dê çawa tehamûla herêmekî serbixwe bike? Yek ji armanca Tirkiyeyê ew e ku axa Herêma Federe ya Kurdistanê tev li axa xwe kirin e.” 
 
‘PDK Û DAIŞ DI HEMAN MEWZIYÊ DE NE’
 
Sefkan bal kişand ser hêzên paramîlîter yên ber bi herêmê re hatine şandin û wiha domand: “PDK û DAIŞ ne tenê niha, ji berê ve di heman mewziyê de ne. Di komkujiya Şengalê de hatin cem hev.” Sefkan bi bîr xist ku beriya serdana Erdogan ala Tirkiyeyê li Keleha Hewlêrê daliqandin û wiha domand: “Dema Erdogan çû li wê derê bi ser tabelayên mezin ‘Hûn bi xêr hatin serokkomarê me Erdogan’ nivîsandin. Mirov van tiştan di welatê xwe de, ji bo serokkomarê xwe dinivîse. Çima van tiştan dibêjim. Yên DAIŞ’ê bi rê ve dibin, PDK’ê jî bi rê ve dibin. Ev yek tê vê wateyê; PDK û DAIŞ du leşkerên girêdayî Enqereyê ne. Me vê yekê li Efrînê dît. Li wê derê PDK’ê û DAIŞ’ê anîn li cem hev. Heke DAIŞ û PDK du leşkerên Tirkiyeyê bin, dê di heman mewziyê de jî werin cem hev.” 
 
 ‘BÊHELWESTBÛN BÊBANDORBÛN E’
 
Sefkan bilêv kir ku divê hunermend li dijî şer têkevin liv û tevgerê û wiha derbirî: “Divê em ji reş re bêjin reş; ji spî re bêjin spî. Gotina ‘Dewleta tirk tê welatê min dagir dike, ez li hemberî vê yekê me’ tu zirarê nade. Tenê dê helwestê nîşan bide. Helwesta li dijî dagirkeriyê nîşanî me dide. Divê kurdistaniyên li her çar parçeyan, li dijî dagirkeriyê helwesta xwe nîşan bide. Dewleta tirk li dijî kurdan e. Bêhelwestî bêbandorî ye. Dema bombeyek tê avê tenê bi ser bedena ciwanên kurdan nakeve, dikeve ser tevahî hebûna kurdan. Mirovên helwestê nîşan nadin tê wateya sekinîna li cem dagirkeran.” 
 
MA / Rûkiye Adiguzel