Jineolojî di hejmara nû de li ser ‘Başûr’ disekine

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 31’emîn a Kovara Jineolojiyê derket. Di vê hejmarê de kovar li ser “Başûr” disekine. 

 
Hejmara 31’emîn a Kovara Jineolojiyê bi dosyaya “Başûr” derket. Beriya niha dosyayên Rojhilat, Bakur û Rojava derketibûn û di hejmara dawî ya beşa Kurdistanê de li ser Başûr tê sekinandin. Di dosyayê de wiha tê gotin: “Başûr hem ji hêla tiştên em dizanin hem jî ji hêla yên em nizanin ve di hundirê xwe de berxwedaneke mezin dihewîne. Mîrasa berxwedanê ya ji berê ve tê, her çende ku ji bo têkbirinê rastî êrişên dijwar hatibe jî, hêj jî bi rihên xwe yên diherikin ruh dide û di nîşandana dîroka jinan de roleke sereke dilîze.” 
 
Di vê dosyayê de her wiha nivîsa endama Akademiya Jineolojiyê ya li Silêmaniyeyê û endama lijneya weşanê ya kovarê Nagihan Akarsel a têkildarî sosyolojiya jinê jî cih girt. 
 
Nivîsên di kovarê de cih girtin ev in: 
 
* Şoreşa Başûr Şoreşeke Jinê ye - Gelawej Şarbajêr 
 
* Ji Pênûsa Viyanê Fêmkirina Beşeke Dîrokê - Leyla Walî Huseyîn
 
* Sosyolojiya Civaka Kurd a li Başûrê Kurdistanê û Herêma Behdînanê - Zozan Salih Al Yûsûfî
 
* Em ê Dîroka Xwe ya Winda Çawa Bibînin - Kelsûm Husen
 
* Berxwedana Bîrê ya li Dijî Dayina Jibîrkirinê: Enfal - Fatma Koçak
 
* Ji Margret Geoge Shelloyê Heta Roja Me Pêşmergeyên Jin - Rojbîn Ekîn
 
* Stratejiyên “Dij-Penaber” ên Rejîmên Otorîter, Mêtingerên Xwecih
 
* Li Kurdistanên Hînbûnên li Dijî Jinan - Kaziwa Salih
 
* Li Başûr Dagirkerî û Sîyên wê - Necîbe Qeredaxî
 
* Matkirina Şahê Şeran - Xanê Anuş
 
* Bi Dîtina Jinê Nêrîneke Panoramîk a ser Başûrê Kurdistanê - Nûrhaq Gulbahar
 
* Xweşewitandin: Qêrîn û Bertekeke li Dijî Bênirxkirina Jinan Mezin Dibe - Hêvîn Kemal Şah Mohammed
 
* Civakeke Kûr, Civakeke Dilsoza Perwerdeyê ye - Sinûr Rehman
 
* Zêdekirina Wêneyên Jinan a di Medyayê de - Şîrîn Tahir
 
* Serpêhatiya Gelekî Tevî Ambargoyê jî Nehatiye Girtin: Mexmûr - Berwar Avent
 
* Mudaxileya Jinê ya ji bo Yekitiya Neteweyî - Nîlûfer Koç 
 
* Li Başûrê Kurdistanê Dibistaneke Felsefeyê - Nagihan Akarsel