‘Aram Tîgran dê her tim di dilê kurdan de bijî’

AMED - Hunermendê nemir Aram Tîgran 15 sal berê çû ser dilovaniya xwe. Ji mamosteyên Ma Music Centerê Neşet Guçmen, Tîgran bi bîr anî û got: “Aram Tîgran di navbera ermen û kurdan de pireke xweşik ava kir. Dê her tim di dilê kurdan de bijî.”

Bi ser koça dawî ya hunermendê nemir Aram Tîgran ku di tevahî jiyana xwe de 14 qaset derxistine, 15 sal derbas bûn. Aram Tîgran di nava gelê kurd û ermen de weke “kevoka aştiyê” tê pênasekirin û bi zimanê her du neteweyan jî strî ye. Malbata Tîgran, di Qirkirina Ermenan ya sala 1915’yan de ji hêla malbateke kurd ve hatiye xelaskirin. Malbata Tîgran, li gundê Bandê yê girêdayî navçeya Sason a Êlihê bi cih bû û demekê jiyana xwe li wir berdewam kir. Ji demekê şûn ve koçî bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. 
 
18 SALAN DI RADYOYA ERÎWANÊ DE XEBITΠ
 
Aram Tîgran, di sala 1934’an de li Qamişloyê ji dayik bû. Aram, di 9 saliya xwe de dest bi lêdana ûdê kir û bi hunera xwe gav bi gev pêş ket. Aram ê ku dilê gelê kurd û ermen de cihekî taybet girt, di sala 1966’an de koçî paytexta Ermenistanê Erîvanê kir û 18 salan di Radyoya Erîvanê de xebitî. Piştî demekê Tîgran ku bi cimbuşê tê naskirin, di bernameyekê de ev hevoka navdar gotibû “Heke careke din bêm dinyayê, çiqas tank, tifek û çek hebin ez ê hemûyan bihelînim û bikim tembûr, cimbuş û zirne.”
 
ZÊDETIRÎ 230 STRANÊN KURDÎ STRIYA
 
Tîgran, piştî xebatên xwe yên di Radyoya Erîvanê de, di sala 1995’an de koçî paytexta Yewnanistanê Atînayê kir û li wir bi cih bû. Aram di jiyana xwe ya 75 salan de 230 stranên kurdî, 150 erebî, 10 suryankî û 8 jî yewnanî stran gotin. Her wiha bi zimanê tirkî, suryanî, zaraveyê kurmancî striyaye. 
 
QEYÛM KONSERVATUARA ARAM TÎGRAN GIRT
 
Aram Tîgran ji tev li Newroza 2009'an a Amedê bibe hate Amedê. Li Amedê rewşa wî aloz bû û anjiyo bû. Di 6'ê tebaxa 2009'an de dema Tîgran li nexweşxaneyeke Yewnanistanê tedawî didît, mejiyê wî mir û di 8'ê tebaxê de jî jiyana xwe ji dest da. Wesiyeta Tîgran ew bû ku li Amedê were definkirin. Lê ev daxwaza wî bi hinceta "Hemwelatiyê Tirkiyeyê nîne" nehat qebûlkirin. Ji ber vê yekê cenazeyê Tîgran li Brukselê hate definkirin. Axa ji Amedê hatibû birin li ser gora Tîgran hate reşandin. 
 
Bi ser wefata hunermendê nemir re 15 sal derbas bûn. Ji bo bîranîna hunermendê gewre, li Kurdistan navê wî li gelek kolan, cade, navendên çandê û hwd. hatiye kirin. Yek ji wan jî Konservatuara Aram Tîgran bû. Konservatuar, di sala 2016’an de bi destê qeyûm hate girtin. Li dijî vê êrişê, îcar ma music center hate vekirin. Ji mamosteyên Ma Music Centerê Neşet Guçmen, bi boneya 15’emîn salvegera wefata Aram Tîgran ji ajansa me re axivî. 
 
‘KELAM Û AWAZÊN WÎ ÊŞ Û PIRSGIRÊKÊN GEL VEDIGOT’ 
 
Neşet Guçmen, hunermend Aram Tîgran weke “kesayetekî humanîst” pênase dike û dibêje: “Stranê wî jî stranên gel bûn. Peyv û awazên wî xîtabî gelên Rojhilata Navîn dikir. Di kelam û awazên xwe de pirsgirêk, şîn û şahiyê gelê kurd û yên gelên Rojhilata Navîn vedigot. Di tevahiya emrê xwe de 250 stran çêkir û û 14 albumên wî hene. Ev ked, ji bo hunermendekî tiştekî pir pîroz e.” 
 
‘DI MUZÎKA GELÊN ERMEN Û KURD DE SENTEZEK ÇÊKIR’
 
Bi domdarî Guçmen anî ziman ku hunermend bi rêya muzîkê hest û ramanên xwe bi gel re parve dike û wiha got: “Ev hest û raman çiqas bikarin xîtabî gel bikin, ewqas tên hezkirin. Aram Tîgran kesayetekî pir dilnizm bû. Ev taybetî ji bo hunermendekî pir girîng e. Lewma gel zû jê hez kir. Mamoste Aram, ji muzîkên ermen û kurdan sentezek çêkir. Mîna Şakiro û Mihemed Arif Cîzrawî, mamoste aram jî di muzîka kurdî de ekolek bû. Lewma kurdan pir jê hez kir.” 
 
KONSERVATUARA ARAM TÎGRAN
 
Di berdewama axaftina xwe de Guçmen bi bîr xist ku bi mebesta bîranîna hunermend Aram Tîgran, Konservatuara Aram Tîgran li Amedê hate vekirin. Guçmen, got ku pergal çiqas êriş jî bike dê muzîka kurdî her bijî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku ziman jiyan e. Heta ku jiyan hebe dê ziman û çand jî hebin.” Bi domdarî Guçmen, êrişên qeyûman weke mînak nîşan da û ev tişt anî ziman: “Tevî êrişan jî ma music center hate vekirin. Li wir dîsa em stranên mamoste Aram Tîgran hîn dibin û pêşkeşî gelê xwe dikin.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ ÊRIŞAN DA 
 
Mamoste Guçmen da zanîn ku bavê wî dengbêj bû û ji bavê xwe hînî strana “Ay Dil” bûye. Guçmen, destnîşan kir ku ew jî îro wan stranan hînî zarok û şagirtên xwe dike. Her wiha Guçmen bertek nîşanî êrişên di demên dawî de li ser govend û zimanê kurdî tên kirin da û got divê bersiveke xurt were dayin. 
 
‘DÊ HER DI DILÊ KURDAN DE BIJÎ’
 
Guçmen, axaftina xwe wiha qedand: “Her straneke mamoste Aram Tîgran di dilê kurdan de bi cih bûye û bûye klasîkeke. Stranên mamoste Aram di nava gelên kurd û ermen de pireke xweşik ava kir. Lewma dê her tim dilê gelê kurd û ermen de bijî.”