Xwebûn bi manşeta ‘Govend azadî ye’ derçû

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Xwebûn azadî ye” derçû

 
Rojnameya Xwebûnê ya heftane tê weşandin, di hejmara xwe ya 242’yemîn de bi manşeta “Govend azadî ye” derket. Rojnameyê di manşeta xwe de bal kişand ser êrişên dawî yên li dijî kesên li gel stranên kurdî govendê digerînin. Rojnameyê têkildarî mijarê cih da roportaja bi Celal Ekîn ê ji  Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê hatiye kirin. 
 
Di surmanşeta rojnameyê de nivîsa nivîskar Bişeng Sara ya bi ser parastina cewherî nivîsandiye cih girt. Herwiha di hejmara vê hefteyê de nûçeyên têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê û hevkariya PDK’ê jî cih girtin.