Jîn Artê konsera Kasim Taşdogan li dar xist

img
ÎZMÎR - Jîn Artê bi konsera Kasim Taşdogan dest bi rêzexebatên xwe yên meha tebaxê kir. 
 
Jîn Art Hunerê ku di 11’ê gulanê de li Semta Basmane ya li navçeya Konak a Îzmîrê hate vekirin bi konsera hunermend Kasim Taşdogan re dest bi rêzexebatên xwe kir. Ji 7 saliya xwe heya 70’ê aliya xwe gelek welatî tev li konserê bûn, bi guhdarkirina stranên Taşdogan re demên xweş û geş derbas kirin. 
 
‘EM Ê ZIMAN Û ÇANDA XWE BIDIN JIYÎN’
 
Rêvebera Jîn Artê Belkisa Suleymanoglû beriya konserê axafinekî kurt kir. Sulemanoglû bal kişand ser êrişên rojên dawî yên li dijî ziman û çanda kurdî û wiha got: “Em ê jî israr bikin ku bi ziman û çanda xwe bibin bersiva van êrişan. Em ê tim çanda xwe jî, hunera xwe jî bidin jiyîn.” 
 
Piştre hunermend Kasim Taşdogan bi strana xwe ya “Vîna Sor” dest bi konsera xwe kir. Taşdogan piştre bal kişand ser pêvajoya vakirinê ya Jîn Artê. Taşdogan spasiyên xwe ji her kesê ku ked daye saziyê kir û xwest welatî bêhtir xwedî li saziyê derkevin. 
 
Taşdogan bi demekî dirêj ma li ser dikê û bi stranên xwe ve şevek xweş li guhdarvanan da jiyandin. Guhdarvan bi çepik û tililiyan tev li stranan bûn. Taşdogan di dawiya konserê de stana xwe ya bi navê “Leşkerî” ya diyarî jinên têkoşîna azadiyê didin kiriye, strand. 
 
ÇALAKIYÊN MEHA TEBAXÊ 
 
* 9’ê tebaxê: Konsera Agirê Zerdeşt
 
* 11’ê tebaxê: Nîşandana fîlmê li Kurdistanê Mij û Şev
 
* 17-18’ê tebaxê: Stend-up a yek kesî ya Salih Yildizoz
 
* 24’ê tebaxê: Konser
 
* 25’ê tebaxê: Konsera Hunermend Tûran Şengul 
 
* 31’ê tebaxê û 1’ê îlonê: Lîstika şanoyê ya yek kesî ya Nazmî Karaman