Şahiya zarokan a li Wanê bi dawî bû

img
WAN - Şahiya zarokan a li Wanê ku eleqeyeke zarokan a zêde hebû, bi dawî bû. 
 
Bi pêşengtiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Aryen Huner û ŞanoWanê li bajar şahiya zarokan hat lidarxistin. Şahî, di roja duyemîn de bi dawî bû. Şahî, li Qada Newrozê hat lidarxistin. Di şahiyê de pêleyîstok, boyaxkirina rû, rîtm, drama û gelek çalakiyên din hatin lidarxistin. Gelek zarok tev li şahiyê bûn û zarokan kêliyên xweşik jiyan. Zarokan bi yek dengî stranên kurdî striyan. 
 
Çalakî bi xêzkirina resman bi dawî bû.