MED-DER li Pasûrê bi zarok û jinan re civiya

img
AMED - MED-DER, li gundên Text û Hertayê yên Pasûrê bi zarok û jinan re civiya. Li gundê Textê Cejna Zimanê Kurdî, li gundê Hertayê jî Roja Dayikan pîroz kirin.
 
Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) di çarçoveya xebatên 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de li gundê Text û di çarçoveya Roja Dayikan de jî li gundê Herta yên girêdayî navçeya Pasûr a Amedê bername li dar xistin. Gundiyan eleqeyeke mezin nîşanî bernameyan dan û bi hev re stran gotin, govend gerandin. Hevseroka MED-DER'ê Şukran Yakût, mamosteyên MED-DER'ê û gelek zarok û welatî tev li bernameyan bûn.
 
ÇALAKIYA ZAROKAN
 
Komeleyê, ewilî li gundê Text bi zarokan re civiya. Li wir mamosteyên MED-DER'ê bi zarokan re kirmanckî stran gotin û lîstik lîstin. Mamosteyan tîpên kurdî li ser depê nivîsandin û zarokan jî li ber tîpan navên xwe nivîsandin. Dû re zarokan li ser potekî spî bi boyaxan wêne xêzkirin û pot neqişandin. 
 
GUL BELAVÎ DAYIKAN KIRIN
 
Piştî çalakiya bi zarokan re, komele di çarçoveya Roja Dayikan de derbasî gundê Hertayê bû û li vir jî bi jinan re civiya. Hevseroka MED-DER’ê Şukran Yakût ji jinan re behsa giringiya zimanê zikmakî kir û bal kişand ser xetereya li pêşiya zaravayê kirmanckî yê kurdî. Li vir jî jinan bi hev re stran gotin û li ser zimanê dayikê sohbet kirin. Herî dawî mamosteyan di çarçoveya Roja Dayikan de gul li jinan belav kirin û roja wan pîroz kirin.
 
Piştî belavkirina gulan bername bi dawî bû.