Nivîskarên kurd: Divê asta xwedî derketina ziman û pirtûkên kurdî zêdetir be

img

AMED - Nivîskarên kurd ku tev li Fûara Pirtûkan a Amedê bûn, dan zanîn ku eleqeya ji bo weşanxane, pirtûk û zimanê kurdî di asteke baş de ye û  destnîşan kirin ku divê asta xwedî derketinê zêdetir be.

 
Di Fûara Pirtûkan a Amedê de ku piştî 4 salan dîsa hat lidarxistin, weşanxaneyên kurd cihekî taybet digirin. Ji roja yekemîn heta niha ji weşanxane û pirtûkên kurdî re eleqeyeke gelekî zêde heye. Nivîskarên kurd berhemên xwe îmze dikin û ji eleqeya xwîneran re jî gelek razî ne. Her wiha bi panel û konferansên kurdî jî weşanxane û nivîskar bi xwînerên kurdî re tên bahev û li ser mijarên cûr bi cûr diaxivin.
 
Nivîskarên kurd ên ku tev li Fûara Pirtûkan a Amedê bûn, têkildarî mijara zimanê kurdî û eleqeya ji fûarê re ji ajansa me (MA) re axivîn. 
 
Nivîskar Onder Kirmizitaş, anî ziman ku cara yekemîne ew tev li fûareke wisa dibe û bi lêv kir ku ev yek ji bo wî kêfxweşiyeke. Kirmizitaş, diyar kir ku ew hêvîdar e ku bernameyên bi vî rengî li Kurdistanê pêş bikevin û wiha axivî: “Ev çend sal in ji ber ku li welatê me qeyûm desthilatdar in aktîvîteyên bi vî rengî nayên çêkirin. Gava tên çêkirin jî gazî me û weşanxaneyên me nakin.”
 
‘DIVÊ SAZÎ HIŞYAR TEVBIGERIN’
 
Kirmizitaş, da zanîn ku ji fûarê re eleqeyeke gelekî baş heye û gel jî, li ziman, çand û nasnameya xwe xwedî derdikeve. Kirmizitaş, bi lêv kir ku gava berhem kurdî tên nivîsîn hestên gel bilind dibin û heskirina wan ya zimanê wan pêş dikeve. Kirmizitaş, bi domdarî wiha got: “Li çanda xwe, dîroka xwe baştir xwedî derdikevin. Divê li hemû bajar û gundan gelê kurd fêrî zimanê xwe bibe. Lewma di vî warî de barekî giran dikeve li ser milê mamosteyan. Saziyên me yên ziman, yên civakî, rêxistin û partiyên siyasî divê di vî warî de hinekî din hişyar tevbigerin û bi bandor bin. Xebateke wiha bê meşandin, bi rastî jî herkes dikare fêrî zimanê xwe bibe. Divê gelê me jî xwedî li çand, ziman, dîrok hwd. derbikevin.”
 
‘PIRTÛKÊN KURDÎ BALA CIWANAN DIKIŞÎNE’
 
Nivîskar Wasfî Ak ku ji Colemêrgê tev li Fûara Pirtûkan a Amedê bûye, destnîşan kir ku ew li standa pirtûkan a Weşanxaneya Sîtavê pirtûkên xwe îmze dike. Ak, diyar kir ku bi vê fûarê kelecanek çêbûye û nêzîkatiya gelê Amedê ya ji bo pirtûkên kurdî gelekî baş e. Ak, da zanîn ku pirtûkên kurdî bala ciwanan dikişîne û ew ne li benda vê yekê bûn. Ak, bi lêv kir ku ciwan tên pirsa pirtûkên kurdî dikin, distînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev yek me gelekî kêfxweş dike. Xebatên me ji bo nifşên me yên siberojê, ji bo ciwanên me, li ser kurdî ne, li ser kevneşopî, çand û wêjeya kurdî ne. Zimanê kurdî ku bi sedan salan e hatiye qedexe kirin, pir pêşketî tê dîtin. Di cîhanê de di nava zimanên herî dewlemend de di rêza 8’emîn de ye. Sedema vê yekê jî ew e ku zimanê kurdî ji aliyê dengbêjan, hunermendan ve hatiye parastin. Piranî çanda me ya kurdî çandeke devkî ye, lewma em deyndarên dengbêj û hunermendên xwe ne.”
 
‘ZIMANÊ KURDÎ HÊJ JÎ AZAD NÎNE’
 
Ak, bal kişand ser qedexeya li ser zimanê kurdî û diyar kir ku hê jî zimanê kurdî azad nîne. Ak, bi lêv kir ku hê jî nahêlin gelê kurd bi zimanê xwe bijî û ev tişt got: “Lê hêvîdarim ku ji bo siberojê dê çi pêwîst be bê kirin. Dîtina min ew e ku divê em bixwe xwedî li zimanê xwe derbikevin. Divê em bixwe fêrî zimanê xwe bibin, li hêviya kesekê nebin ku zimanê me fêrî me bikin. Em lê xwedî derbikevin, divê ciwanên me jî di vê hişmendiyê de bin.”
 
‘DIVÊ XWEDÎ DERKETIN DI ASTEKE JORTIR DE BE’
 
Ak, têkildarî xwedî derketina ziman jî axivî û diyar kir ku hêzek, dilxwaziyek heye. Ak, anî ziman ku divê xwedî derketin di asteke jortir de be û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Mixabin zimanê me ber bi windabûnê ve diçe. Zimanê dayikê weke çermê laşê mirovan e, zimanê biyanî jî weke cilekî ye. Mirov dikare cilekê biguhere û biavêje, lê mirov nikare çermê laşê xwe biguhere. Divê gel di vê hişmendiyê de be û zimanê xwe biparêze. Bangawaziya min ji bo ciwanan e, li malê, li kolanan, bazaran li her derê zimanê xwe biaxivin û zimanê xwe winda nekin.”
 
‘BERÊ JI ALIYÊ ABORÎ Û SIYASÎ VE REHETTIR BÛ’
 
Yek ji endamê Enstîtuya Kurdî ya Amedê Nivîskar Adil Qazî jî behsa ferqa navbera fûarên berê û yên niha kir. Qazî, diyar kir ku fûarên berê hem ji aliyê aborî ve hem jî, ji aliyê siyasî ve rehettir bû. Qazî, anî ziman ku eleqeya berê ya ji bo zimanê kurdî zêdetir bû û bala herkesî dikişand. Qazî, destnîşan kir ku li her derê komeleyên ziman hebûn, kesên dixwestin hînî ziman bibin dihatin û dikeftin rêzê ku zimanê xwe hîn bibin, pêş ve bibin. Qazî, wiha li axaftina xwe zêde kir: “Ji ber buhabûna pirtûkan jî bi taybetî ciwan û xwendekar nikarin serê pirtûkê 100 lîre, 200 lîre bidin. Ev yek wan jî me jî ditengijîne. Em jî pê xemgîn dibin ku ciwan ji vê yekê bêpar dimînin.”
 
‘QEDEXEKIRIN ÇARE NÎNE’
 
Qazî, bi bîr xist ku piştî 4-5 salan careke din fûara pirtûkan hat lidarxistin û da zanîn ku li gel rewşa aboriyê jî eleqe baş e. Qazî, destnîşan kir ku stand û pirtûk bala ziyaretvanan dikişîne û ji ber vê yekê jî ew şanaz in. Qazî, diyar kir ku dil dixwaze zêdetir derfetên wisa hebin ku herkes jê sûdê bigire û wiha berdewam kir: “Zimanê kurdî zimanê gelekî ye û nasnameya me ye, rûmeta me ye. Ji ber vê yekê divê herkes rûmeta zimanê xwe bizane. Bi taybetî jî biçûk, ciwan bila bên û berhemên kurdî bixwînin û kurdewar bijîn. Bila herkes li ser bîr û baweriya xwe, bi zimanê xwe bijî. Banga min ew e ku bi taybetî dayik û ciwan kesek zimanê xwe ji bîr neke.”
 
‘BERÊ ARMANC TENÊ STENDIN BÛ LÊ NIHA XWENDINE’
 
Nivîskar Mehdî Perînçek jî ku di nava xebatên Komeleya Wêjekarên Kurd de cih digire, da zanîn ku ji bilî çend heb weşanxaneyan piranî weşanxaneyên kurd li vir in û diyar kir ku di fûarê de ji sedî 75 panel, konferans bername yên weşanxaneyên kurdî ne. Perînçek, anî ziman ku eleqeya ji bo zimanê kurdî jî roj bi roj zêdetir dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berê mirovan pirtûkên kurdî distendin, lê xwendin kêm bû û gelemperî ji bo pirtûkxaneya xwe dikirîn. Lê niha li pirtûkan dinêrin, naveroka wê dixwînin, berga dinêrin û dipirsin. Armanc niha xwendin e û ev yek kêfa me tîne. Xwendekarên lîseyan, yên zanîngehan jî, karmend, karker ji bo xwendinê distînin. Ji ber ku em komele ne û piranî nivîskar endamên me ne, em digerin û ji wan dipirsin. Li gor me rewş û eleqeya ji bo pirtûkên kurdî baş e. Her wiha eleqeya ji bo pirtûkên roman, çîrok, helbest û lêkolînan zêde ye, lê herî zêde ji bo roman û çîrokan eleqe heye.”
 
‘QURSÊN KURDÎ ZÊDE BIBIN DÊ ENCAM BAŞTIR BE’
 
Perînçek, diyar kir ku meseleya ziman meseleyeke kûr e û bi dewletbûnê ve, bi civakê ve girêdayî ye. Perînçek, destnîşan kir ku divê zimanê pirtûkan hinekî sivik be û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pirtûkên bi zimanê akademîk hatine nivîsandin ew qas jî balê nakişînin. Bi zimanê herêmkî û sivik bê nivîsandin, ez bawer im salên li pêşiya me ew ê hin pirtir eleqe zêde bibe. Her wiha divê lidarxistina fûara pirtûkan a îsal Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê daye pêşiya xwe bidome. Bi rêxistin û dînamîkên vê derê re, em bi hev re li temamê Kurdistanê fûarên wiha li dar bixin.”
 
MA / Bazîd Evren