Di fûara pirtûkan de ji bo Weşanên Aramê eleqeyeke zêde heye

img
AMED - Weşanên Aramê bi pirtûkên xwe yên nû di Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê cih girt. Ji bo weşanên Aramê eleqeyeke zêde heye û dê gelek nivîskarên xwe jî di fûarê de bi xwîneran re bîne gel hev. 
 
Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê ku li Amedê tê lidarxistin, di roja 3’yemîn de didome. Fûar, li Fûara Navneteweyî ya Mezopotamyayê û Navenda Kongreyê tê lidarxistin û zêdetirî 45 weşanxaneyên kurd tev li bûn. Yek ji van weşanxaneyan jî Aram e û eleqeyeke zêde ji bo wê heye. 
 
Di fûarê de ji bo pirtûka Muhsîn Koyluoglû ya bi navê “Otonom Ekonomi (Aboriya Otonom)”, ji bo ya Ergîn Dogru ya “Bize ölüm yok (Ji Bo Me Mirin Nîne)", ya Muhammed Înal a “Devrimci İslam Tarihi (Dîroka Îslama Şoreşger)", ya Mûsa Anter’in “Hatıralarım (Bîranînên Min”, ya Meryem Kobanê ya “Onur Cephesi: Kobanê (Eniya Rûmetê: Kobanê)”,  ya Mehmet Yoldaş a “Pentagon Amca (Mam Pentagon)”, ya Sara Aktaş a  “Üç Mevsim (Sê Demsal)”, ya Cîhan Ozyildiz a “Tarih Bilinci (Bîreweriya Dîrokê)” û pirtûka Fabian Scheidler a  “Megamakine’nin Sonu / Başarısız Bir Uygarlığın Kısa Tarihi (Dawiya Mekamakîneyê/ Kurtedîroka Şaristaniyeke Serneketî) ku ji hêla C. Guneş Îspîr ve hatiye wergerkirin ên Aramê eleqeyeke zêde hebû. 
 
Her wiha dê gelek nivîskar jî di standa Weşanên Aramê de pirtûkên xwe îmze bikin. Îro dê nivîskar Cîhan Ozyildiz  saet di navbera 13.00-18.00’ê de ji bo îmzekirina pirtûkên xwe yên “Kürt Vurgunu” û “Bîreweriya Dîrokê” di standê de cih bigire. 
 
ROJA ÎMZEYÊ YA NIVÎSKARAN
 
Weşanxaneya Aramê di 28’ê mijdarê de pirtûka nivîskar Îsmek Konak a bi navê “Kızıl Devrim” çap kir. Konak dê di 20’ê kanûnê roja çarşemê saet di navbera 13.00- 18.00’ê de li standê be, nivîskar Mizgîn Ronak dê di 21’ê kanûnê roja pencşemê saet di navbera 13.00-18.00’an de pirtûkên xwe îmze bike. Her wiha Guneş Îspîr ku pirtûka Fabian Scheidler a “Megamakine’nin Sonu / Başarısız Bir Uygarlığın Kısa Tarihi” wergerandiye jî dê di 24’ê kanûnê de di standa Aramê de bi xwîneran re bê gel hev.