Armanca Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo pêşketineke akademîk e

img

STENBOL - Kemal Yildirim diyar kir ku ji bo çand û muzîka kurdî bi awayekî akademîk pêş bikeve Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo vekiriye û ji bo qeydên beşên li dibistanê bang kir. 

 
Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo ji bo bîranîna muzîkjenê kurd Egîdê Cimo ku yek ji navên girîng ên Radyoya Erîvanê ye û bi navê Mîrê Bilûrê tê naskirin li Stenbolê hat vekirin. Dibistana ku di 28'ê mijdarê de li Navenda Çandê ya Kadikoyê Kozyatagi hat vekirin dê di serî de muzîkê di gelek warên hunerê de perwerdehiyê bide. Qeydên ku dest pê kirine dewam dikin.
 
Li dibistana ku ji bilî perwerdehiya muzîkê ya teorîk, dê perwerdehiya amûrên cur bi cur ên wekî solfejin û piyanoyê û her wiha perwerdehiya deng û rîtmê bê dayîn. Kesên bên vir dê du salan perwerde bibin. Yên di navbera 7-12 salî û yên di navbera 15-25 salî de dikarin qeydên xwe çê bikin. 
 
Kemal Yildirim
 
ZINANÊ PERWERDEHIYÊ
 
Kesên ku bi zaravayên kurmancî, dimilkî û soranî dizanin dê karibin xwe li dibistana ku zimanê perwerdehiyê lê kurdî ye, qeyd bikin.
 
Me li ser dibistanê bi Kemal Yildirim ê ku yek ji mamosteyên dibistanê ye re axivî.
 
PERWERDEHIYA AKADEMÎK
 
Yildirim, diyar kir ku Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo ev demeke dirêj e di rojeva wan de bûye û wiha got: “Me ev dibistan wekî cihê ku nêzî 5 milyon kurdên li Stenbolê dijîn sêwirand ku karibin bi awayekî akademîk û zanistî xwe bigihînin çand û zimanê xwe. Em armanc dikin ku muzîka kurdî bi awayekî akademîk û zanistî bi şêwazeke nû bi pêş bikeve. Em armanc dikin ku kevneşopiya çand û hunerê ku Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya Stenbolê nêzî 35 sal in bi berdêl û bedelên mezin derxistiye holê, bi awayekî zanistî û akademîk pêşvetir bibin." 
 
Yildirim, destnîşan kir ku dibistan dê bi giranî di warê muzîkê de bixebite û wiha got: “Şagirt dê di hemû warên muzîkê de perwerdeyeke xurt bibînin. Ew ê li vir fêrî enstrumanên muzîkê jî bibin. Her wiha dê li ser dîroka muzîka kurdî perwerde bê dayîn. Ji bo nimûne; dê perwerdeyên wekî dengbêjî çi ye û girîngiya wê bê dayîn. Herwiha dê perwerdehiya ziman jî hebe." Yildirim, bal kişand ku divê muzîk û çanda kurdî bi awayekî akademîk pêş bikeve û got: “Helbet li Kurdistan û Tirkiyeyê di vî warî de gelek lêkolîn tên kirin. Serketinek çêbû. Em hewl didin li Stenbolê qadeke akademîk ava bikin. Bi vî awayî ciwanên kurd an jî hevalên ku dixwazin muzîka kurdî pêş bikeve dikarin serî li me bidin.”
 
EGÎDÊ CIMO
 
Yildirim bal kişand ku çima navê dibistanê wekî Egîdê Cimo hatiye hilbijartin û got: “Pêwîst e behsa keda Egîdê Cimo ya ji bo çand û muzîka kurdî were kirin. Em ê bi şopandina wî û zêdekirina xebatên wî xebatên xwe bidomînin. Daxwazek wî jî hebû. Gelek caran gotiye, gelo dê gelê kurd li ser navê min tiştekî bike? Me xwest li ser navê wî dibistaneke muzîkê ava bike. Ez ji gelê me yê li Stenbolê re dibêjim; em li benda wan kesan in ji çanda xwe hez dikin û dixwazin zimanê xwe hîn bibin."  
 
MA / Omer Îbrahîmoglû