Li Semsûrê kursên kurdî dest pê kirin

img

SEMSÛR - Ferat-Der ku li Semsûrê ji ber erdhejê navber dabû xebatên xwe, piştî demekê li Semsûrê perwerdehiya zimanê kurdî da destpêkirin.  

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feratê (Ferat-Der) ku ji sala 2019’an ve li Semsûrê xebatên ziman û çandê dimeşîne, piştî demekê ku ji ber erdhejê navber dabû xebatên xwe, dest bi perwerdehiyê kir. Di erdhejên 6'ê Sibatê de avahiya Ferat-Der'ê jî xesareke mezin dîtibû û ji ber wê jî xebatên saziyê rawestiyabûn. Ferat-Der ku avahiya wê hilweşiya li taxa Karapinar a navenda Semsûrê bi 2 konteyniran ji xwe re cihek amade kir û bi 20 şagirtan dest bi perwerdehiya asta yekem û dûyem kir. Hevserokê Ferat-Der'ê Kazim Tûrhal bi lêv kir ku serîlêdanên wan ên kursê berdewam dikin û ew dê di rojên pêş de pola sêyan jî vekin.
 
Tûrhal da zanîn ku wan bi 20 xwendekaran di asta yekemîn û duyemîn de dest bi kursan kiriye û ev tişt gotin: “Berî erdhejê xebatên me yên wekî panelan, xebatên çand û ziman hebûn. Lê bi erdhejê re em neçar man ku karê xwe rawestînin. Piştî erdhejê me hewl da careke din ji xwe re cihekî peyda bikin û xebatên xwe bidomînin. Gelek avahî hilweşiyan, gelek mirovên me jiyana xwe ji dest dan, lê em neçar man ku bi awayekî bijîn û xebata xwe bidomînin. Di encama xebatên me de me 2 konteyniran dîtin û em niha hem xebatên komeleyê û hem jî dersên xwe di van her du konteyniran de dikin."
 
Hevserokê Ferat-Der'ê Kazim Tûrhal
 
'SERÎLEDAN ZÊDE BÛNE'
 
Turhal da zanîn ku piştî erdhejê serîledanên wan hê zêde bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Zehmetiyên konteynirê ji aliyê sermayê û biçûkbûna polê ve hene lê tevî vê yekê jî em kar û xebatên xwe didomînin. Ji ber ku konteynir biçûk in, em bi hejmareke kêm şagirtan ve polê vedikin. Serîlêdanên me hê berdewam dikin û meriv dikare bêje piştî erdhejê xwestek û germahiya ziman û gel hê zêde bûye. Niha 2 polên me hene lê serîlêdan hene em ê hefteya pêşiya me poleke din jî vekin."
 
'ZIMAN HER TIŞT E'
 
Turhal bal kişand ser giringiya ziman û wiha pê dê çû: "Ziman her tişt e. Ziman hebûna neteweyan e. Ji ber wê jî divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Divê gelê me bi zimanê xwe bixwîne, binivisînê, bijî û danûstandina xwe jî bi zimanê xwe bike. Niha di dibistanan de perwerdehiya ziman qedexe ye. Li dibistanan zimanê kurdî wekî dersên hilbijarî tên dayin lê zimanê neteweyekî nabe hilbijartî. Zimanê me zimanekî qedîm e. Ji ber wê jî divê em xwedî li zimanê xwe derkevin." 
 
QURSÊN MUZÎK, FOLKLOR Û WÊNESAZIYÊ
 
Tûrhal di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku li gor serîledanan ew dê qursên wekî muzîk, folklor û wênesaziyê jî vekin û wiha got: "Niha em bi zaravaya kurmancî dersan didin lê heke serîledan hebin em dikarin pola zaravaya kirmançkî jî vekin. Her wiha li gor serîlêdanan kursên wekî muzîk, folklor û wênesaziyê jî em ê vekin. Di heman demê de ji bo rojên taybet wekî 21'ê Sibatê û 15 Gulanê jî plansazî û projeyên me wê hebin. Li ser çand a Semsûrê xebateke me heye. Her wiha em naxwazin tenê Semsûrê li Meletî ku ew jî wekî Semsûrê kêm xebat li wir hatine kirin jî xebatan bi vî rengî bikin."
 
MA / Mahmût Altintaş