'Wê hesap neyê dayîn" li Silopiyayê hat lîstin

img
ŞIRNEX- Lîstika "Wê hesab neyê dayîn" a Şanoya Bajêr a Amedê li Silopiyayê hat lîstin. 
 
Lîstika "Wê hesab neyê dayîn" a Şanoya Bajêr a Amedê li avahiya Şaredariya Silopiyayê hat lîstin. Rêxistinên bajêr û navçeyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclisa Dayikên Aştiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di nav de gelek kesa li hêwana konferansê ya şaredariyê li lîstika şanoyê temaşe kirin.