Berteka li dijî biryara qeyûm a qedexekirina konserê: Dê mîhrîcan bidome

img
ŞIRNEX - Rêveberê KESK’ê Adnan Şenbayram got ku tevî biryara qeyûm a ji bo qedexekirina konserê jî ew dê Mîhrîcdana Çand û Hunerê ya Cizîrê bidomînin û wiha got: “Gelek, bi çand, ziman û hunera xwe heye.” 
 
Tevî hemû hewldanên astengkirinê jî Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Cizîrê ku ji hêla Organîzasyona Sanatça û Şaxa Konfederasyona Kedkarên Cemaewriyê (KESK) ve tê organîzekirin, di roja duyemîn de didome. Di çarçoveya mîhrîcanê de dê duh konserek bihata lidarxistin lê belê qeyûma Şaredariya Cizîrê Nazli Demîr ev konser qedexe kir. Eywana dawetê ya ku dê konser lê bihata lidarxistin jî bi hinceta “rûxsetnameya wê nîne” hate mohrkirin. 
 
Lê tevî hemû astengkirinan jî dê îro di çarçoveya mîhrîcanê de îro atolyeyên zarokan, panel, dîwana dengbêjan û defîleya cil û bergên kurdî bên lidarxistin. 
 
MÎHRÎCANA LI DIJÎ QIRKIRINA ÇANDÎ
 
Rêveberê Şaxa KESK’a Şirnexê Adnan Şenbayram got ku piştî salên 2015-2016’an li Şirnex û navçeyên wê polîtîkayên qirkirina çandî pir zêde bûne û ev tişt anî ziman: “Em hatin astekî wisa ku êdî cil û bergên kurdî weke sûc tên nîşandan. Ji bo konserê me serî li Qeymeqamtiya Cizîrê da û me xwest qadekî servekirî bidin me. Li her bajarekî ji bo çalakiyan qadên ji berê ve hatine diyarkirin hene. Me jî qada li navenda navçeyê jê xwest. Lê belê ji me re gotin wesayîtên agirkujiyê li wir in û dê ev yek bi xwe re pirsgirêka ewlehiyê bîne. Li ser vê yekê em jî li cihekî girtî geriyan. Li Taxa Konakê me eywaneke dawetê peyda kir. Lê deriyê vê eywanê jî mohr kirin. Ji bo vê jî hinceta ‘ruxseta wê nîne’ nîşan dan. Lê ev eywana dawetê ev du sal in dixebite û her hefteyê herî kêm 3-4 dawet lê tên kirin. Gelo heta niha çima nedibû pirsgirêk?” 
 
BANGA XWEDÎDERKETINA LI ÇANDÊ
 
Şenbayram, destnîşan kir ku dê mîhrîcana wan bidome û axaftina xwe wiha qedand: “Gelek, bi saya ziman, çand û hunera xwe heye. Mirov, tenê ji laş pêk nayê. Zindiyekî civakî ye. Di her avadaniya civakî de jî şêweyekî ziman, huner û çandê heye. Hûn nikarin tu kesekî ji çand û dîroka wan dûr bixin. Çand, şêweyekî jiyanê ye. Werin em bi hev re çanda me ya dixwazin tune bikin bidin jiyîn. Werin em bi hev re xwedî li çand û dîroka xwe ya hewl didin bi neheqî û  derhiqûqtiyan tune bikin, derkevin.”