Filmê ‘Li Sûrê Devran’ tê pêşandan

img
STENBOL - Fîlmê “Li Sûrê Devran” ku serpêhatiya 3 ciwanan vedibêje îro dikeve vîzyonê. 
 
Filma “Li Sûrê Devran (Sur'da Devran)” ku derhênerê wê Haşîm Aydemîr e û Sirri Sureyya Onder, Nazmi Kirik û Yuksel Unal têde dilîzin, ji pirtûka çîrokan “Dijminê li ser pirê (Koprudekî Duşman)” ya Mûrat Turk ku 28 sal girtiyê siyasî bû û dema ku girtî bû gelek pirtûk nivîsandin, kir senaryo. Filmê ku li ser çanda “çûkan” a li navçeya Sûrê ya Amedê belav bûye, car caran behsa hafizeya siyasî ya serdemê jî dike û panaromaya atmosfera siyasî ya ku jiyana salên 90’î li kolanên Sûrê pêk hatiye, pêşkêşî temaşevanan dike. Fîlm ku li ser jiyana rojane disekine û bi atmosfera siyasî ya serdemê û bûyerên trajîkomîk ve girêdayî ye, li ser sembolên çandî yên serdemê jî disekine. Fîlma ku mîzah, xizanî, evîn û serpêhatiyên zindanan tê de bi hev ve girêdayî ne, ji aliyê Erdal Oyunlu ve hatiye çêkirin, Sabahat Altîparmakoglu jî senarîstiya wê kiriye û Bajar jî muzîkên wê girt ser xwe.
 
Lîstikvanên ciwan ên ku li Amedê ji dayik bûne û mezin bûne Mûstafa Yalçin, Ahmet Baran Başboga û Savaş Damla ku li gel lîstikvanên profesyonel nû dest bi sînemayê kirine, di rolê sereke yê film de cih digirin.