Pirtûka çîroka kurdî ya bi navê ‘Rêzan û Çolo’ derket

img
ENQERE - Pirtûka çîroka kurdî ya Roger Sozdar a bi navê “Rêzan û Çolo” ji Weşanên Aryenê derket. 
 
Pirtûka nû ya nivîskar Roger Sozdar ku bi pirtûka xwe ya çîrokan a bi navê “Tazî” di pêşbirka Huseyîn Çelebî ya Helbest û Çîrokê de xelat wergirt, derket. Pirtûka çîrokan a bi navê “Rêzan û Çolo” ji aliyê Weşanên Aryenê ve hate çapkirin. Pirtûka ji 96 rûpelan pêk tê, 7 beş in. Di her beşê de weneyên ji aliyê xwendekarên li Wargeha Mexmûrê ve hatine xêzkirin cih digirin. Mijara pirtûkê jî, serpêhatiyên zarokê bi navê Rêzan ê 10-11 salîye û li herêma Serhedê dijî û kûçikê wî yê bi navê Çolo ne. Çîrok, hevaltiya Rêzan û Çolo, şêwaza jiyana malbatî, qedexeyên leşkerî û diyaloga wan a bi gerilayan re vedibêje. 
 
Rêzan ji gerîlayên hatin gundê wan re sedemê hatina wan dipirse. Gerîla bi zimanekî çîrokî sedemê hatina xwe ji Rêzan û hevalê wî Çolo re vedibêjin. Gerîla, ji Rêzan re dibêjin ku wan gundekî efsûnî ava kirine, li gund her tiştê zindî û nezindî bi hezar û yek rengî ne û armanca hatina wan ew e ku ji bo rêya gundê efsûnî li kevirên dibiriqin digerin. Gerîla di nava demê de ji textan ji Rêzan re hespekê çêdikin û jê re dibêjin ku dema avakirina gundê efsûnî xelas, wê hespê ji textan çêkirine bi bask bikeve û wî bibe gundê efsûnî. Lê dema gerîla vê yekê dibêjin, ji Rêzan re dibêjin ku van çîrokan veşêre û ji kesî re nebêje. Di nava demê de Rêzan nikare sira xwe bigire û her tiştî ji dayika xwe re vedibêje. 
 
Li ser bergê piştê yê pirtûkê cih daye diyaloga di navbera Rêzan û gerîlayê bi navê Ristem de. Diyalog wiha ye: 
 
“Ristem: Gundê ku me ava kiriye tê bîra te?
 
Rêzan: Erê!
 
Ristem: Li wî gundî herkes van cilan li xwe dike. 
 
Rêzan: Çima? 
 
Ristem: Li wê derê her tişt heşîn e. Me jî got em jî bi rengê xwezayê bin. 
 
Rêzan xeyal kir ku ew cil li xwe kirine. Pişt re Çolo xeyal kir. Dema dîmenê Çolo hate ber çavên wî keniya. Rabû ser piya û pişt re kefiya Nadyayê li xwe pêça.”
 
Rêzan: Vê carê dikarim bi te re werim?
 
Ristem: Niha na. Ji ber ku ew gund ji zarokan re bêtir surprîz e. 
 
Rêzan: Gelo em ê kengî biçin?
 
Ristem: Hindik maye ku xelas bikin. Dîwarên malan û rêyên gund mane. Heke tu jî alîkariya me bikî û biçek keviran kom bikî wê di demekî kurt de xelas bibe û tu jî dikarî werî.”