Li Dêrsimê dengê stranên kirmançkî bilind dibin

img
DÊRSIM - Li Mîhrîcana Mûnzûrê ji bo balê bikişînin ser zimanê dayikê stranên kirmançkî tên gotin. 
 
21’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Dêrsimê di roja duyemîn de bi konsera muzîkê ya “Ber Be Ber Kilamê Kirmanciye” didome. Di çarçoveya konsera li Kolana Hunerê tê lidarxistin de Usenê Pardiye, Delîl Xidir, Hêlîn Erenler, Ozan Yagan, Lîzge Karabûlût, Husnu Gungor û Koroya Zarokan a Şaredariya Dêrsimê stranên kirmançkî pêşkêş dikin.
 
Di konserên ku gelek kes tevlibûn de hunermendên stranan dibêjin îşaret bi girîngiya zimanê dayikê kirin û xwestin xwedî li ziman bê derketin.