Di atolyeya xwe de hunera vîtrayê bi ruh û can dike

img
AMED - Betul Kubra Savci ku li navçeya Sûrê atolyeya hunera vîtrayê vekiriye, got: "Em bi perwerdehiyê dikarin vê hunerê bidomînin." 
 
Hunera vîtrayê ku tê gotin xwe disipêre Serdema Kevnar, bi tunebûnê re rû bi rû ye. Hunera vîtrayê ku bi parçeyên camên rengîn û bi zirîçê motîfên cur bi cur çêdike, di çaryeka ewil a 1400'î d eli Fransayê derket holê. Ev hunera ku li paceyên dêr, mizgeft, qesr û koşan dihat çêkirin, hêdî hêdî li pace, derî, ode û dîwarên malan jî xwe da der. 
 
Betul Kubra Savci ku ji Beşa Wêneyê ya Fakulteya Hunerênc iwankariyê ya Zanîngeha Trakyayê mezûn bûye, xebatên ku di 7 salan de li odeya mala xwe çêkirine, niha li atolyeyeke xwe ya li navçeya Sûr a Amedê didomîne. Savciyê behsa hunera vîtrayê û xebatên xwe kir. 
 
Savci ku hunera vîtrayê li zanîngehê nas kiriye, anî ziman ku sedema ku berê xwe daye vê hunerê, têkiliya wê ya bi rengan re ye. Savcî wiha domand: "Gava  ez tiştekî biçûk çêdikim, carinan rojekê an jî du rojan didome. Lê ji ber ku abajur sêbiût in, zêdetir wextê dixwin. Li gor biûta xwe diguhere. Temamkirina abajûrekê hefte û nîveke mirov dixwe. Camên me ji derveyî welêt tên. Ne camên rengîn, camên bi rengê xwe yê xweser tên. Ev cam tenê li Stenbolê tên firotin. Ez li gor kîjan camê tştekî çêbikim, ez wan li gor koda wan dixwazim û tên vir. A rast ez çi çêbikim, ez pêşî pêşnûmaya wê amade dikim. PIştî pêşnûmayê  karê birînê dest pê dike. Piştî birînê, em caman traş dikin. Paşê folyokirin û herî dawî jî lehîmkirin tê kirin." 
 
'DIVÊ MIROV BI SEBR BE'
 
Savcî anî ziman ku vîtray karekî sebrê ye û got: "Ez bi tena serê xwe çêdikim. Divê ez bi sebr bim. Ji lew re ev kar sebrê dixwaze. Car heye camekê du sê caran dişikê. Lê gava ez bi sebr çêbikim, bi rastî jî tiştekî xweş dertê holê. Mirov dibêjin qey ev der market e. Lê ne tiştekî wiha ye. Huner tiştekî wiha ye xîtabî kê bike û li ber çavê kê xweş be, wan ber bi xwe ve dikişîne, lê mixabin zehmetiyên wê hene." 
 
Savciyê diyar kir ku hunera vîtrayê li ber mirinê ye û bal kişand ser malzemeyên wê ku piranî ji derveyî welêt tên û li gor kûra dowîzê fiyetê wan diguherin. 
 
PERWERDEHÎ
 
Savciyê anî ziman ku di vî warî de dest bi perwerdheiyê jî kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez dixwazim vê hunerê li ber dilê mirovan xweş bikim. Birastî jî gava mirov bala xw ebidê, mirov hez jê dike. Em dikarin bi perwerdehiyê vê hunerê bidomînin. Rengvedana camê tiştekî muazam e. Mirov gava çav bi wê rengvedanê dikeve wekî ku sihêr lê çêbibe. Lewma he rku mirov dest didê wê enerjiyê werdigire. Ez yeqîn dikim ku ez ê vê hunerê bi pêş bixim."
 
MA / Welat Ekîn