Bernameya Mîhrîcana Munzurê hat aşkerakirin

img
DÊRSIM - Bernameya 21'emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê ku tê plankirin di 3-6' ê Tebaxê de li Dêrsimê bê lidarxistin, hat aşkerekirin.
 
Bernameya 21'emîn a Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê ku tê plankirin îsal di navbera 3-6'ê Tebaxê de li Dêrsimê bê lidarxistin, hat eşkerekirin. Bernameya mîhrîcana ku dê bi dirûşma "Em li dijî talankirina madenan, xweza û jiyanê diparêzin" ji aliyê Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê ve li Şaredariya Dêrsimê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re hat aşkerekirin.
 
Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu derbarê mîhrîcanê de wiha axivî: “Hemû serlêdanên me yên ji bo destûrê hatine kirin. Me tu bersiv negirt, lê em difikirin ku mîhrîcan dê were lidarxistin. Bila mîhrîcan ji xelkê Dêrsimê û dostên Dêrsimê re pîroz be." 
 
Serokê Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) Ozkan Tacar di civînê de wiha axivî: "Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê bi bernameya îsal veguherî mîhrîcaneke navneteweyî. Mîhrîcan dê 4 rojan bidome. Ji ber vê yekê em bang li hemû Dêrsimiyan û dostên Dêrsimê dikin ku tevlî mîhrîcanê bibin."
 
Bernameya mîhrîcanê wiha ye; 
 
3'yê Tebaxê 
 
* Mîhrîcan bi axaftina Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu û Parlamentera Dêrsimê ya Partiya Çep a Kesk) Ayten Kordû dest pê bike. (13.00)
 
* Li Kolana Hunerê bi ser navê "Elewitî û Dewlet" panelek bê lidarxistin. (14.00)
 
* Bi navê "Ji bûyerên xwezayî ber bi kerasetê ve: Erdhej!" panelek bê lidarxistin. (17.30)
 
* Li Sûka Binerdê wê pêşangeha wêneyan bê vekirin. (19.00)
 
* Li Qada Seyîd Riza lîstîka Varvara-Simsime bê lîstin (19.00)
 
* Erdal Erzîncan, Grûp Yorûm, Metîn-Kemal Kahraman, Ulaş Delî, Mûsa Bakî, Mengene, Hakely feat. Ensenble Cubafonica (Koma Muzîkê ya Kubayê) dê konserê bidin. (19.00)
 
* Li Sûka Binerdê wê belgefîlma “Domane 38” bê nîşandan. (21.00-22.00)
 
4'ê Têbaxê 
 
* Li Kolana Hunerê bi navê "Pêşketinên Siyasî û Rojevî" panel bê lidarxistin.(13.00)
 
* Li Kolana Hunerê "Ber be ber kilamê Kirmanciye" guhdariya muzîkê bê kirin (17.00)
 
* Li Qada Seyît Riza lîstîka "Karmend" a Koma Şanoyê ya Şaredariya Dêrsimê dê bê lîstin. (18.45)
 
* Konsera Koma Îsyan Ateşî û Pinar Aydinlar dê bê lidarxistin (19.30)
 
* Kurtefîlma derhêner Ûgûr Yeşîl a bi navê "Xo Vira Meke" û belgefîlma derhêner-rojnameger Huseyîn Yaşar Sezgîn a bi navê "Dest nede Dêrsimê" dê bê nîşandan. (20.00-21.30)
 
5'ê Têbaxê  
 
* Li Pulurê dê serdana Qada Madenê ya Cevîzlîderê bê kirin. (11.00)
 
* Bi sernavê "Geşedanên siyasî, azadiya çapemenî û medyayê" dê panelek bê lidarxistin. (17.30)
 
* Li Qada Seyîd Riza pêşandana şanoyê (17.00- 19.00)
 
* Li Qada Seyît Riza ji aliyê Grup Vardiya û hunermendên herêmî vê dê konserek bê dayîn. (19.30)
 
* Dê li Sûka Binerdê fîlma "Zonê Ma Koti yo" bê nîşandan. (21.30-22.30)
 
6’ê Têbaxê  
 
* Panela bi serenavê “Li Dêrsimê hilberîn, pirsgirêkên aboriyê û pêşniyarên çareseriyê” wê li Kolana Hunerê pêk were. (13.00)
 
* Jin dê li Kolana Hunerê bi mîkrofona serbest biaxivin. (15.30)
 
* Li Parka Mamekî wê Lîstika Zarokan bê lîstin. (19.00)
 
* Hasan Alî, Pervîn Çakar, Yilmaz Çelîk, Grûp Mûnzûr, Zeynep Bakşî û Apolas Lermî wê li Qada Seyît Riza konserekê bidin. (19.30)
 
Her wiha di çarçoveya mîhrîcanê de wê li navçeyan jî panel û hin aktîvîte bên lidarxistin û konser bên dayîn.