Rojnameya Xwebûnê di manşeta vê hefteyê de cih da êrişên Tirkiyeyê

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûnê di manşeta xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi manşeta ““Bersiva li dijî êrîş, dagirkerî û xiyanetê; parastina statuya Rojava ye” derket. 
 
Hejmara 184’emîn a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Bersiva li dijî êriş, dagirkerî û xiyanetê Parastina statûya Rojava ye” derket. Mijara manşete nivîsên nivîskarên rojnameyê Felemez Ulug û Zana Welat in. Her du nivîskaran di nivîsên xwe de li ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava û serdana Barzanî ya Tirkiyeyê rawestiyane. 
 
Her wiha di rûpela hevpeyvînê ya rojnameyê de li ser darizandina DAIŞ’iyan hatiye rawestandin û der barê mijarê de bi hiqûqnas Xalid Cebir re hatiye axaftin.  
 
Di rûpelê jinê de bi Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn re li ser astengkirin û binçavkirina Dayikên Şemiyê nûçeyek hatiye çêkirin. Di di heman rûpelî de li ser xeta têkoşînê ya Zeynep Kinaci jî nivîsek hatiye nivîsandin. 
 
Di rûpela çandê de bi Hozan Kawa re li ser xebatên wî yên muzîka kurdî nûçeyek hatiye amadekirin. 
 
Beşa duyemîn a dosyaya Zinar Ronî ya der barê armanca ji avakirina HUDA - PAR’ê de jî di vê hejmarê de hatiye dayîn.