Derhêner Karaman: Sedema qedexekirina lîstikan zimanê kurdî ye

img
AMED - Derhênerê lîstika “Haylo Dîsa Tevlihev Bû” ku ji aliyê Qeymeqamtiya Tetwanê ve hatiye qedexe kirin, Nazmî Karaman got ku pêkanînên bi vî rengî ji bo ku şanoya kurdî pêş ve neçe tê kirin û sedemek herî mezin jî kurdî ye.
 
Şano, konser û çalakiyên bi kurdî, bi hincetên cur bi cur ji aliyê rayedarên dewletê ve tên qedexekirin. Di van salên dawî de li dijî zimanê kurdî qedexe û sansurek zêde heye û her roj ku diçe belavtir dibe. Li gelek bajaran çalakî, şahî, şano, konserên kurdî ji hêla walîtî, qeymekamtî, qeyûm û şaredariyên AKP’ê ve bêyî hincet bên nîşandan tên astengkirin û qedexekirin. Hejmara hunermendên ku kar û xebatên wan bi sansurê re rûbirû dimînin jî zêde dibin. Hem di aliyê siyasî, hem jî di aliyê civakî û hem jî di aliyê çand û hunerê de gelek pêkanînên bi vî rengî rû didin. 
 
Herî dawî jî di 19’ê hezîranê de Qeymeqamiya Tetwanê lîstika kurdî ya bi navê “Haylo Dîsa Tevlihev Bû” ya ŞanoWanê bêhincet betal kir. Partiyên siyasî, saziyên sivîl û hunermendan bertek nîşanî vê yekê dan û dan zanîn ku wê betalkirin û qedexekirina rêzeçalakiyên kurdî qebûl nekin.
 
Di 16’ê hezîrana de jî Qeymeqamtiya Fatîhê, çalakiya"Çîrokên Xorasanê" ya Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM)  ya li Navenda Çandê ya Alî Emîrî Efendî dê bihata lidarxistin bêhincet qedexe kir.
 
‘LÎSTIK BI SALAN E TÊ LÎSTIN’
 
Derhênerê listîka “Haylo Dîsa Tevlihev Bû” Nazmî Karaman bertek nîşanî qedexeyê da û destnîşan kir ku wan jî fêm nakiriye ku çima lîstika wan hatiye qedexekirin. Karaman diyar kir ku bi salane ew lîstikan amade dikin, lîstikvaniyê dikin lê ji nişka ve bi qedexe û astengiyan re rûbirû dimînin û got: “Ji ber çi tên qedexekirin? Em jî nizanin. Ev kiryar gelek caran tê serê me. Lîstika me ya bi navê ‘Bêrû’ jî hatibû qedexekirin û niha jî ‘Haylo Dîsa Tevlihev Bû’ hat qedexekirin. Lîstik werger in û nivîskarên wan têne naskirin. Ev çend sal in em vê lîstikê dilîzin û pêşiya hilbijartinê jî em derketin tûrneyê. Lîstikek komediyê ye û naveroka wê jî tiştek cuda tê de nîne ku em bibêjin ‘propaganda’ dike yan jî ‘zayendî’ ye. Bila bibêjin ji ber ku zimanê wê kurdî ye, da ku em jî bizanibin ji ber çi tê qedexekirin.”
 
‘KEDEK MEZIN TÊ DAYÎN’
 
 
Karaman da zanîn ku gelek caran bi qedexeyan re rûbirû dimînin lê dîsa jî lîstikên xwe berdewam dikin û bi afirnadin û amadekirina lîstikên cuda sekna xwe ya li dijî qedexeyan nîşan didin. Karaman bal kişand ser zihmetiyên amadekirina lîstikan û wiha got: “Da ku carekê derbikeve ser dikê bi mehan amadekariyên lîstikê tên kirin. Prova hene, hatin û çûyîna hunermendan heye, aliyê wê yê aborî heye ku hunermend jî debara xwe bi vî karî dikin. Lîstik jî bi temaşe kirina temaşevanan bi rê ve diçe û aboriya xwe li ser bilêtan pêş ve dibe. Ewqas kedek mezin tê dayîn lê yek radibe dibêje qedexe ye û ez nahêlim tu bilîzî. Bi rastî jî ev ji aliyê sansurkirina hunerê, hunera kurdî û hem jî ji aliyê mirovahiyê ve tiştek pir xelet e.”
 
‘SEDEM KURDÎ YE’
 
Karaman got ku hunermend û temaşevan dibin yek û girîngiya şanoyê jî wisa derdikeve holê û ji ber vê yekê jî tê qedexekirin. Karaman da zanîn ku ev kiryar nayê qebûlkirin û pirsa “Tiştekî ne îllegal tu çima qedexe dikî?” kir. Karaman axaftina xwe wiha bi dawî anî: “Ev kiryar temamî ji bo ku şanoya kurdî pêş ve neçe ye. Tiştekî keyfî ye. Hewceye huner li hemû zimanan bê kirin û ez bi xwe şanoya tirkî jî dikim. Şanoyên tirkî nayên qedexe kirin lê şanoyên kurdî, ji be kurdîbûyînê tê qedexekirin. Ev jî li gor min ku ez weke hunermendekî dibêjim ne tiştekî rast e. Ez hêvî dikim ku careke din em tiştekî wiha nebihîzin. Ne tenê ji bo şanoyê, ji bo hemû çalakiyan. Mafê mirovan yê çandî heye û hêvî dikim ev qedexe rabibe û heval biçin lîstika xwe bilîzin.”
 
Ji sala 2021'an ve heta îro hin rêzeçalkiyên kurdî ku hatin qedexekirin û astengkirin wiha ne: 
 
* Di 3’yê nîsana 2021’an de amûrên Eyûp Temîrak ê ku bi navê xwe yê sahneyê “Siwaro” tê nasîn, li Kadikoya Stenbolê ji aliyê zabitayan ve bi hinceta derbarê wî de gilîkirin heye hatin desteserkirin. 
 
* Di 24’ê gulana 2021’an de di der barê hunermendên Koma Awaza Azad Fuat Ege û Rohat Aram de ji ber strana "Mizgîna Leheng" a di pîrozbahiya Newroza Wanê de gotine îdianame hat amadekirin. 
 
* Di 7’ê tîrmeha 2021’an de stranbêjên ku li kolana Îstîklal a Taksîmê stranên kurdî digotin ji aliyê zabitayên Şaredariya Beyoglûyê ve hatin astengkirin û amûrên wan jî hatin desteserkirin. 
 
* Di 16’ê cotmeha 2021’an de konsera bi navê “Berbang” a 30’yemîn salvegera Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) ya dê li Navenda Çandê ya Bostanciyê hatiba lidarxistin, ji aliyê Qeymeqamiya Kadikoyê ve hat qedexekirin. Destûra qedexekirina konsera ku ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve hat dayîn, bi hincetên "ewlehiya neteweyî, nîzama giştî, îhtimala kirina sûc û maf û azadiya kesên din dixe xeteriyê" hat nîşandan.
 
* Di 22’yê cotmeha 2021’an de Walîtiya Dersimê destûr neda konsera ku Mikail Aslan û Cemîl Qocgîrî xwestin li Meydana Seyîd Riza pêk bînin. Hunermendan li qada ku dê stranên xwe bistran qedexe protesto kirin.
 
* Di 15’ê mijdara 2021’an de Şaredariya Keçîorenê ya AKP'î bi hinceta "Dê muzîka kurdî bê kirin” peymana eywana konsera Mem Ararat a li Navenda Çandê ya Neşet Ertaş bi yekalî betal kir.
 
* Di 5’ê kanûna 2021’an de Walîtiya Mêrdînê bi hinceta "pandemiyê" destûr neda lîstika kurdî ya bi nabê “Tartuffe” ya Şanoya Bajêr a Amedê ku dixwest li salona otêlê nîşan bide. Lê Walîtiyê destûr da lîstika tirkî ya bi navê “Agaçlar Ayakta Ölür” ku di 12’ê kanûnê de ji aliyê Tiyatro Kare ve hat lîstin.
 
* Di 29’ê çileya 2022’yan de dîsa stranbêjên ku li Kolana Îstîklal a Taksîmê stranên kurdî digotin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsna li stranbêjan da û ew kirin binçavan. Sedema wê jî "acizkirina derdorê" hat nîşandan.
 
* Di 6’ê adara 2022’yan de Lîstika Şanoya Şermola Performansê ya bi navê “Mem û Zîn” ku dihat plankirin li Navenda Çandê ya Şaredariya Cizîrê bê lîstin, tevî ku amadekarî bi rojan dest pê kiribûn û kirêya salonê hatibû dayîn jî, ji aliyê Qeymeqamtiya Cizîrê ve hat betalkirin.
 
* Di 13’ê gulana 2022’yan de lîstika kurdî ya Şanoya Bajêr a Amedê "Don Kîxot" ku ji lîstika navdar a Cervantes hatibû girtin, ji aliyê Şaredariya Çayirova ya Kocaeliyê ya AKP'î ve hat qedexekirin û konsera hunermend Aynur Dogan jî ya heman rojê jî, ji aliyê Şaredariya Derînce ya Kocaeliyê ya AKP'î ve hat betalkirin.
 
* Di 17’ê kanûna 2022’yan de konsera Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) ya bi boneya 31’emîn salvegera damezrandina xwe û bi dirûşmeya “Em ê Bêjin” dê li Navenda Performansa Yahya Kemal Beyatli ya Kuçukçekmeceyê hatiba lidarxistin, ji aliyê Qeymeqamiya Kuçukçekmeceyê ve bi hinceta ku dê bibe sedema gendeliyê hat qedexekirin. Hunermendên ku beriya konserê li ber salonê hatin cem hev hatin binçavkirin.
 
MA / Bazîd Evren - Welat Ekîn