QERS – Bajarê dîrokî Xerabeyen Anî yê bi sedan salan li ser piyan ma, hêj heybetiya xwe diparêze. Bajarê ku dîrok û çanda gelan li ser pişta xwe parast, ji ber ku mirovan ew ne parast wêran û talan dibe.
Bajarê Anî yê li ser sînorê Tirkiye û Ermenîstanê hatiye avakirin bi hezaran salin bi hemû heybetiya xwe li ser piyan e. Ev warê dîrokî û efsûnî, bi Xerabeyên Anî tên nasîn. Warê dîrokî Anî ku di lîsteya Mîrata Çandî ya Unesco ya cîhanê de cih digire, tenê avahiyên xerabe mane. Ji ber bajar tev xera bûye û wêran bûye bi navê Xerabeyên Anî tê naskirin. Bajar Beriya Zayînê (BZ) 3 hezar sal kok vedide. Ango 4 hezar û 500 sal temenê bajar heye. Dema mirov li nava bajar digere, wekî têkeve rêwîtiya dîroka 4 hezar û 500 salan. Bajarê Anî heta niha ji desthilatdariya 24 şaristaniyan derbas bûye û yekem Perestgeha Zerdûştiyan a Anatolyayê jî li vir hatiye avakirin. Bajarê Anî di dîrokê de wek navendeke aborî, çandî û siyasî jî hatiye nasîn. Sedema vê yekê jî ew e ku li ser Rêya Hevrişmê ya dîrokî hatiye avakirin û di navbera Kafkas û Anatolyayê de wek deriyekî rol leyîstiye.
Warê dîrokî, ne tenê ji aliyê şaristaniyekê ve hatine avakirin; ev der bajarek bû. Keda hemû şaristaniyên ku li vê derê bûne desthilatdar, di vî bajarî de heye. Dêr, mizgeft, kargeh , perestgeh; gelek rengên dîroka mirovahiyê dî vî bajarî de gihîştine hev. Xerabeyên Anî wekî gelek berhemên dîrokî ji ber berjewendiya bazirganiyê di bin xetereya hilweşînê de ye. Warê ku li ser 78 hektar hatiye avakirin îro winda dibe. Sûrên bajarê Anî bedenên Sûrê tîne bira mirovan. Fîgur û nexşeyên li ser dîwar hatine avakirin, mirovan dibe li nava dirokî digerîne.
Li gorî lêkolînan tê zanîn ku bajar di serdema Xanedana Bagratunî yê Ermenî de hatiye avakirin. Bi sedan salan di desthilatdariya Ermeniyên Bagratunî demaye. Pişte şaristaniya Bizansî, Selçukî, Gurcî û Osmanî hatine li vir bi cih bûne. Ji ber vê yekê şapa gelek şaristanan li ser pişta bajar maye. Bajar di erdheja sala 1319’an de zerarek mezin dîtiye. Tê zanîn ku piştre ji aliyê Timuran ve hatiye hilweşandin.
1001 DÊR LI VIR HATINE AVAKIRIN
Bajarê li ser rêya Hevrişîm a bazirganiyê hatiye avakirin, şahidiya gelek şer û cengên mezin kiriye. Ji ber ku gelek caran hatiye avakirin û xerakirin Xerabê Anî tê bi navkirin. Li vî bajarî 1001 dêr hatine avakirin. Ji ber vê yekê bajarê 1001 dêran jî tê gotin. Lê niha tenê çend dêr li ser piyan mane. Bajarê Xerabeyê Anî 48 kilometre dûrî Qersê ye. Ji ber ku nayê parastin piranî hatiye xerakirin. Her çend ji aliyê UNESCO ve di Listeya Mîrateya Cîhanê de cih bigire jî bê xwedî hatiye hiştin. Her çend di sala 2011'an de hin xebatên restorasyonê hatibe kirin jî dîsa ji diz û talankeran re hatiye hiştin.
Gelek dizên dîrokê hatine li vir kolandin kirine û kelek kevir dizîne û xera kirine. Nivîsên li ser dîwaran hatine rûxandin û şikandin.
Li bajarê ku 40 dêr, şapel û gorên bîrdari hatine tespîtkirin, ji dîrokê tu şop nemaye. Katedralî yê Anî, dîwarên bi kevirên sor hatine pêçan balê dikişîne. Yek ji berhemên dîrokî yê Xerabeyê Anî Dêra Aziz Gregor e. Heta niha li ser piyan maye û bi heybetiya xwe mirovam matmayî dihêle. Dêra ku di di dawiya sedsala 10'an de hatiye avakirin, li ser 12 milan hatiye avakirin. Dêra ku kubbeya wê heye, Aydî Ermeniyê Bagratunî Prens Grigor Pahlavunî ye. Dîsa mizgefta Ebul Manucehr mirovan dibe kurahiya dirokê. Tê zanîn ku ev mizgeft hezar sal berê hatiye avakirin.
ŞIKEFT JÎ HENE
Li zinarên hemberî Dêra Aziz Gregor şikeftên xwezayî hene. Ev şikeft berî Xerabeyê Anî hatine avakirin. Heta niha der barê diroka van şikeftan de tiştekî zelal nehatiye diyarkirin.
Ji ber çûn û hatina bajarê Xerabeyê tune nayê parastin û aliyê xera bûye jî ji nûve nayê avakirin û sazkirin.
Xerabeyên Anî ji aliyê geştyaran ve jî rastî eleqeyeke baş tê. Beşek ji geştyaran cara yekeme ku van berhemên dîrokî dibînin û beşek jî ji geşta vî bajarê qedîm têr nabin û çi dema derfet bibînin berê xwe didin Xerabeyên Anî.