Ji MED-DER'ê daxuyaniya 15'ê Gulanê

img
AMED - MED-DER ku bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek nivîskî belav kir, destnîşan kir ku heya kurdî nebe zimanê perwerdehiyê û fermî dê têkoşîna wan a di vî warî de bidome. 
 
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) bi boneya 15’e Gulanê Roja Zimanê Kurdî daxuyaniyêke niviskî belav kir. Di daxuyaniyê de cejna zimanê kurdî li gelê kurd hat pîrozkirin û hat gotin ku heta zimanê kurdî nebe zimanê fermî û perwerdeyê, dê têkoşîna wan a di vî warî de bidime. 
 
Di daxuaniyê de encamên hilbijartinên serokkomariyê û parlamenteriyê yên 14'ê Gulanê hatin bibîrxistin û wiha hat gotin: “Îro 15’ê Gulanê ye, cejna zimanê kurdî ye. Em cejna zimanê kurdî li hemû gelê xwe pîroz dikin. Em bi encamên krîtîk ên hilbijartineke krîtîk pêşwaziyê li 15’ê Gulanê dikin. Encamên vê hilbijartina krîtîk nîşanî me didin ku divê em zêdetir bixebitin, têkoşîna xwe xurttir bikin. Gelê kurd tevî hemû dijwarî û xetereyên qirkirinê heta roja îro bi hemû heybeta xwe li ser pêyan e. Çawa ku gelê me hemû xetereyên li pêşiya xwe derbas kirine û di qonaxên dîrokî re derbas bûye û zimanê xwe bi awayekî wisa daye qebûlkirin ku tu hêz nikare ji nav bibe, ji niha û pê de jî dê zimanê xwe bibe asteke wisa ku layiqî zimanê me ye.”
 
TÊKOŞÎN
 
Di daxuyaniyê de Celadet Alî Bedirxan û hevalê wî bi bêzdarî hatin bibiranîn û soza domandin û bi serxistina rêya wan hat dayîn û ev tişt hatin ragihandin: “Kovara Hawarê di 15ê Gulana 1932yan de li Şamê hate derxistin û ji ber vê yekê jî ev roj wek cejna zimanê kurdî tê qebûlkirin. Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî kovara Hawarê di bin şert û mercên wisa de derxistin ku ewrên reş û tarî bi ser gelê me de girtibû. Lê belê wan bi israr dest bi xebateke wiha kir û îro bi saya wê xebatê ye ku bingeha zimanê me ew qas xurt bûye. Em li vir careke din Celadet Alî Bedirxan û hemû hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin û soza domandin û biserxistina rêya wan dubare dikin.Li dawiyê, em bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî careke din bi xurtî diyar dikin ku divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê. Heta ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê, em ê têkoşîna xwe bê rawestan bidomînin û em dibêjin ku em ê zimanê xwe, hebûna xwe di bin hemû şert û mercan de biparêzin, ew ê tu hêz nekare zimanê me tune bike. Cejna zimanê kurdî li neteweya kurd pîroz be!”
 
Saziyên ku navnîşana wan li bin daxuyaniyê ev in: 
 
"Enstîtuya Kurdî ya Amedê – Amed
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê – Stenbol
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê – Îzmîr
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botan – Sêrt
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê – Semsûr
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî-Derê – Êlih
Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê – Wan
Komeleya Wêjekarên Kurd – Amed
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek – Cizîr"