NÇM: Divê hunermendên kurd nebin maşikên polîtîkayên qirêj

img
STENBOL - NÇM’ê bang li hunermend Rojda û Mistefa Bazîdî ku dê beşdarî bernameya Holdînga Dosso Dossî bibin kir û got: “Em naxwazin ku tu hunermendên kurd bibin amûrên van polîtîkayên qirêj.” 
 
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) têkildarî bername ango mihrîcana Holdînga Dosso Dossî daxuyaniyek belav kir. Dosso Dossî, Walîtiya Agiriyê û Şaredara Bazîdê Yildiz Acar a ji HDP’ê hatibû îxrackirin, li Bazîdê mihrîcanek muzikê li dar dixin. Hunermend Rojda û Mistefa Bazîdî jî dê di mihrîcanê de cih bigirin. NÇM’ê bertek nîşanî hunermendan da. 
 
Daxuyaniya NÇM’ê ya derbarê mijara navborî de wiha ye: 
 
“Van demên dawiyê, bi pêşengiya ‘By Mr. Dosso Dossî’ mihrîcanên ku xizmeta polîtîkayên armanca wan tunekirina bîr û hişmendiya çand û dîroka kurdan e tên lidarxistin. Gelek aşkera ye ku bi rêya van mihrîcanan hewl tê dayîn ku çanda kurdî bikeve dorpêça komkujiyê. Mixabin, hinek hunermendên ku kurd in û hebûna xwe deyndarê gelê kurd ê têkoşer û leheng in, bûne maşikên van polîtîkayên qirêj. Bi vî awayî tê xestin ku çanda kurdan bi destê hinek humernednên ku kurd in bê tunekirin. Em wek hunermendên Navenda Çand û Hunera Mezopotamyayê, ku ji salên 1990’î ve heta niha xeta berxwedêr a Gurbet Aydinan li nav gel belav kirine, naxwazin ku tu hunermendên kurd bibin amûrên van polîtîkayên qirêj û bang dikin ku hunermendên ku bûne amûr jî dest ji vê yekê berdin û vegerin ser xeta azadîxwaz a gelê kurd.”