Muzîkjenên kolanan bertek nîşanî ‘qedexeyê’ dan: Em kurd in lewma mudaxaleyî me dikin

img
STENBOL - Mûzîkjenên kolanan ên stranên bi kurdî dibêjin û Cadeya Îstîklalê lê hatiye qedexekirin, qedexe protesto kirin. 
 
Piştî êrişa bombeyî ya di 13’ê mijdara 2022’yan a li Cadeya Îstîklalê ya Taksîm a Stenbolê, cade li muzîkjenên kolanan hate qedexekirin. Ji bo protestokirina biryara qedexeyê, muzîkjen li pêşiya Konsolosxaneya Fransayê hatin ba hev. Muzîkjenên kolanan ên stranên kurdî dibêjin û xwestin biryara qedexeya ya bi hinceta “teqînê” protesto bikin, rastî êrişa polîsan hatin. Polîsan, ciwan ji qadê dûr kirin. 
 
Di vê navberê de jineke ku ji ber konsolosxaneyê derbas dibû bertek nîşanî polîsan da û wiha got: “Çi tiştekî xweş e ku mirov li vir stranan guhdarî dikin. Gelo ma gotina stranan û huner jî qedexe ye?”
 
Muzîkjenan jî bi van gotinan bertek nîşan dan: “Em kurd in û ji ber ku em stranên bi kurdî dibêjin lewma mudaxaleyî me dikin.”