Ji Hunergeha Welat stran û klîbek nû: Li Herî Jorê

img
NAVENDA NÛÇEYA - Hunergeha Welat berhem ango strana  “Li Herî Jorê” bi tevî klîba wê ve amade kir û weşand.
 
Hunergeha Welat a li rojavayê Kurdistanê xebatên xwe çand û hunerî hildiberîne xebatên hêja amade dike û bi raya giştî re parve dike. Vê carê jî Hunergeha Welat got, “Li Herî Jorê” û klîba vê stranê amade kir û bi guhdar û bînerên xwe re parve kir. Stran diyarî giyanên cangoriyên azadiya Kurdistanê ku di şerê li başûrê Kurdistanê de jiyana xwe ji deset dane hat kirin. Mehmûd Berazî wek her demê muzîka stranê amade kiriye. Gotinên stranê ji aliyê Şêro Hindê û Îbrahîm Feqê ve hatiye nivîsandin. Hunermend Şervan Badînî jî dibêje. 
 
Kareografiya reqa klîbê ji aliyê Rojda Dendara ve hatiye amadekirin. Klîb bi şêwaz û dîtbariyek xweşik hatiye amadekirin û stran û dîtbariya klîbê harmoniyek radixe ber çavan. Mirov ne ji gotinên stranê ne jî ji temaşekirina dîtbariya klîbê têr dibe. 
 
Di destpêka klîbê de cih dane vê nivîsê: “Her dem Dêrsim, Zap û Zagrosê, hemû çiyayên Kurdistanê bûne sembola parastinê. Ti hêz nikaribûn wan devaran ji destê kurdan derxin. Bi hezaran şehîdan xwîna xwe rijandin ji bo ku her dem Kurdistan bimîne, mînaka berxwedanê li hemû cîhanê diyarî giyanên hemû şehîdan, bi taybet Esmer, Botan û Memyan.”
 
Lînka klîbê wiha ye: 
 
Gotinên stranê wiha ye:
 
LI HERÎ JORÊ
 
“li jorê li herî jorê botano
Esmerê xizêm şorê wa Esmerê
li garê li hawirdorê Botano
 çavbazê kezîmorê hê Esmerê
çeqelê van romiyan Botano
 bê terqîn şandin gorê wa Esmerê
-
ava zê pir bi nav e Botano
ji bo neyar çirav e wa Esmerê
têk çû romya bêbav e Botano
paşpaşkî gavegav e hê Esmerê
kelaxên wan li ber tav e Botano
para wan mirina xav e hê Esmerê 
 
Koro
ava zê gujeguj e 
guliya metîna ya kej e 
Esmer berûya bej e Botano
çiya ji awiran diheje Esmerê
gurboz yek car dikuje Botano
rêya wan vajevaj e Esmerê
-
enya gever bilind e Botano
da ber xwe ser û bin e hê Esmerê
şeşxanan qîj e û him e Botano
me û tirkan hirm e û gurm e hê Esmerê
şerê sîng û dewran e Botano 
sîreg li hinav û sîngan e hê Esmerê 
 
memyanê min xweş siwar e Botano
lûla wî jê re yar e hê Esmerê
gurza mem  kurêjar e Botano
çoga wan anî xwarê hê Esmerê
cewrên tirko bi hewar e Botano
li qesrê qareqar e hê Esmerê
 
Koro 
segvanên nîşançî ne
serfir e mefer nîn e 
werxelê çi xweş war e Botano 
çeper ê xwarz û xal e Esmerê 
çar tilî qûçê wan e Botano
tirs mergê roviyan e Esmerê”