Çalakiyên Gerok MA'yê yên li Hatayê bi dawî bûn

img
 
 
HATAY - Çalakiyên Gerok MA'yê yên ji bo zarokên mexdûrên erdhejê yên Hatayê, piştî sê rojan li Taxa Tekebaşiyê bi dawî bûn. 
 
Gerok Ma ku ji hêla MA Muzîk, Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM), Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Navenda Çandê ya Aryenê, ŞanoWan, Şanoya Bajar a Amedê, Komeleya Jin, Çand, Huner û Wêjeyê (KASED) û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD) ve hatiye avakirin,li navçeyên ÎSkenderûn, Defne û Samandagiyê yên Hatayê bi zarokan re civiya. Gero MA, îro li Taxa Cîllî ya Samandagiyê bi zarokan re civiya.
 
Kom bi zarokan re bi piyanoyê stran lêxistin û paşê jî rîtîm û derbûqe rê zarokan da. Di çalakiyê de atolyeyên muzîk û wêneyan hatin lidarxistin. Di dawiya çalakiyê de garis û şekir li zarokan hatin belavkirin.